Herêma Omeriyan û «Omeriya Mirsom»
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 14 ÃÛÓØÓ 2009
Mijar: Nûçe



  Gabar Çiyan

Omeriya herêmek giring e. Ji aliyê çandî, dîrokî, aborî û polîtîk ve cihekî xwe yê taybetî heye. Polîtîkêr û rêvebirên herêmê ku ji Sadûnê kurê Mihemedê Cizîrî dirêjî hetanî Zibêrê Evdelê Silêman dibin û neslê nû jî hemêz dikin, bandora xwe ne tenê li herêmê, her wisa li siyaset, çand û aboriya welêt jî kirine, dikin. Herêmek wisa divê bibe cihê lêkolînên cewaz û piralî.


Ev demek e hejmarek pirtûk li ser herêmên cewaz yên Kurdistanê û kurdên sirgonkirî, bi destê nasdarên wan têne nivîsîn. Şoreş Reşî û Nûh Ateş li ser kurdên Anatoliayê, Paşa Uzun li ser Sîweregê, Mamoste Amed Tîgrîs li ser Lîcê û Eslîxan Yildirim jî li ser Nisêbînê bi dirêjî zaniyariyê didine mirov. Ji bilî zaniyariyên yekser, di berhemên çandî û edebî de jî, di xebatên Celîlê Celîl ya zargotina Kurdên Sûriyê, di roman û ceribandinên Enwer Karahan de li ser Dêrika Çiyayê Maziyê û Amedê, di xatiratên Musa Anter de li ser Nisêbînê û derûdora wê û di romanên Silêman Demir de li ser herêma Omeriyan gelek wêneyên balkêş têne pêşkêşkirin. Helbet mirov dikare gelek navên din jî bêje. Xebatên wisa ku bi destê nivîskar û zaniyariyên herêmê têne nivîsîn, gelek caran rê li ber tevluheviyê digirin. Her wisa, nivîsîna dîrok û çanda me bi destê me û bi kurdî, me ji gelek awiran ve ji bandorên neyênî yên ji derve diparêze.
Diyar e ku herêmek wisa dê bala gelek hêzên hundir û derve bikşîne. Herêma Omeriya, ji bilî girêdan û rengên giştî yên netewî, mîna herêmên din xwedî çand, devok, dîrok, aborî û siyasetek xweser e. Dema rewş wisan be, ev nirxên hene bê guman e ku derbasî ser rûpelên dîrokî bûne, bandora xwe li stiran, serpêhatî, helbest û pêkenokan kiriye.
Nivîskar û zaniyarên Omeriya demek e ji gelek aliyan ve xebatê dikin û me li ser herêmê bi zaniyariyên cewaz ronî dikin. Yên ku hayê min ji wan hene ev in: Di berhemên edebî de Arjen Arî, Serkan Brûsk, Silêman Demîr û di lêkolînên xwe de Eslîxan Yildirim û Şerefxan Cizîrî xebatên hêja dikin û cî didin Omeriyan. Di vê nivîsê de ez dê li ser berhema nivîskar Şerefxan Cizîrî ya nû, ”Omeriya Mirsom” kur bibim.
Pirtûk ji 11 beşan pêk tê: Dîtinên giştî li ser eşîran, Cografya herêmê, aboriya wê, nasname, çand, berberî û nakokî, siyaset û berxwedan, xebata parlamenterî, nexşeya malbatê û nifûsa herêmê...
Nivîskar, di `dîtinên giştî` de, li ser `berhemên qala Omeriya dikin`, radiweste, bi şêweyek rexneyî nêzî wan dibe, şaşîtiyên hene destnîşan dike û rastiya heye dihêne zimên:
”Weke mîsal Profesorê Holandî Martîn Van Bruinessen di pirtûka xwe ya bi navê `Aga, şeyh û devlet` de qala eşîra Omeriyan dike lê agehdariyên şaş dide xwendevanan. Di derbara bend û berberiya siyasî li herêma Omeriyan de dîtinên nerast dibêje. Ez Bruinessen nas dikim. Mirovekî delal e, dostekî kurdan e û li zanabûna xwe jî ewle ye. Gava ku min hinek mijar di pirtûka wî de jê pirsî, bersivek e wilo da min; ez li `Binya Xetê` anku Kurdistana Sûriyê bûm û hinek mirovan qala Omeriyan ji min re kirin. Min jî ew dîtin nivîsandin. Martîn bi xwe Omeriya nedîtibû û li nava eşîra Omeriyan jî nejiyabû…”
Beşa `li ser eşîran`, balkêş e. Awira klasîk û nêzîkbûna li feodalîzm û eşîrtiyê dinirxîne, şaşîtiyan ji awira nirxandina eşîrtiya li welêt nîşan dide, û pêwîstiya dîtin û nêzîkbûnek nû û xweser li eşîrên kurdan, derdixîne holê.
Cografya Omeriya beşa herî balkêş e. Pirtûk bi gelek zaniyariyên nû hatiye barkirin. Nivîskar nexşeya Omeriyan wisa dikşîne:
”Li rojhilat û bakûrê Omeriya Tora Hevêrka û Mihelmiyan heye. Li rojhilatê Omeriya Newala Bûnisra ye û li rojava jî bajarê Mêrdînê heye. Li gora hesabên ku min kirine, herêma Omeriya bi dirêjahiya xwe 60 km û kinahiya xwe 40 km ye. Bi tevahî herêma Omeriyan 2400 km2 pêk tê. Herêm di sêpeya navbêna Midyadê, Mêrdînê û Nisêbînê de ye. Di navbêra Midyadê û Mêrdînê de navçeya Mehsertê jî heye…”
Beşa `ekonomiya herêmê`, de bazirganiya li herêmê ji gelek aliyan ve tê ronîkirin. Zaniyarî li ser xebat û toreyên hevbeş yê herêmê tê pêşkêşkirin, weke guhertina mal ya `serbiser`, avakirina qesran bi metodên aqidê, prosesa çêkirina kilsê, şiklên tirî, çêkirina mewîjan û qala palûte anku xebata kolektîv ya gundiyan dike. Min peyva palûte bihîstibû, hayê min ji wateya wê hebû. Lê zaniyariya Cizîrî giringiya peyvê û rola wê baştir derdixîne der. Peyvên wisa bi wate ku ji awira aborî, civakî û polîtîk ve bersiva gelek tiştan dide divê neyêne jibîrkirin û piralî bêne bikaranîn:
”Di avakirina xaniyan de hemû mirovên gundan alîkariya hevdû dikirin. Ji vê alîkariyê re digotin `Palûte`. Roja palûtê ji her malê mirov dihatin ser avaniyê û hemû kesan ji aliyê xwe de xebat gur dikirin.”     
`Nasnameya Omeriyan`, ji Mîrsomê ji malbata Mîrê Soma dest pê dike. Têkiliyên wan û Eyûbiyan derdixîne pêş û bicîhbûna Mîrsomê pêşî li Omeriyan ronî dike. Bicîhiştina jiyana koçertiyê û bicîbûna li herêma Omeriya, girêdana bi Mîrê Botanê, çîroka avakirina Tinatê, mezinbûna herêma Omeriyan, avabûna navenda nû li Çalê, û nasnameya rûniştvanên li Omeriya xal bi xal ronî dike. Wisa binav dike nasnameya Omeriyan:
”Omerî ji bona hemû kes, bavik, bend û gundên ku li herêma Omeriya dijîn û nasnamê, kultur û sosylabûna xwe ji wir girtine , dihate gotin. Anku nasnameya wan objektîf bû. Omeriya him welatê mirovên Omerî bû û him jî navê eşîra wan bû…”
Berberiya Omeriya, dubendiya etmankî û mehmûdkiyan û çîroka wan bi serê xwe dikare bibe mijara roman anjî fîlmekî. Berxwedana xelkê, xebata demokratîk û lehengên ji Omeriya herdu aliyên medalyona rastiya me kurdan derdixîne ber çavan: Qencî û xirabî, hezkirina welat û dûrketina ji netewîbûnê…
Omeriya Mirsom, li ser bingeha ”oral intervju”, anku hevpeyvînên devkî ava bûye. Pişta xwe dide axaftina şahidên buyeran, rîsipî û nasdarên herêmê. Nivîskar, herêmê ji gelek awiran ve, bi rêya zaniyariyên hatine berhevkirin di gel belge û dokumentên li ser herêmê dinirxîne. Di xebata wî de ji zimanê rojane bêhtir, nêzîkbûnek akademîk xwe dide der. Gelek peyvên hatine jibîrkirin birbîr dihêne, bi saya peyvên pêşiya û biwêjan, kêşera xwendinê zêde dike û ji wan ferhengekê ava dike:
”Ketûber, mafê nenivîsandî, efrît, pîrebok, serbiser, pekandin, mitqal bi mitqal, hesûdî, qûretî, hevdû çîz kirin, mekrohî, morîka xewê ji guhê xwe derêxist û pirsgirêkên xwe dihanî zimên, berxê nêr ji bo kêrê ye, weke noka ku mirov li kevîr xîne” ûhwd.
Pirtûk bi kurdî hatiye nivîsîn. Xebata wî dikare ji ber karanîna piralî ya peyvên biyanî weke swêdî û ingilîzî bê rexnekirin. Lê ev yek rastiya nivîskar nikare bide wundakirin: Nivîskar bi kurdî hizir kiriye û xebata xwe bi vî rengî afirandiye:
”…Di vê tevgirêdanê de nirxên manewî yên ku xerabkar bûn, ji hêlînên xwe derdiketin û diketin nava bedenên mirovan. Mirov û eşîr li hev sor dikirin. Efrîtên cinan derdixistin pêş û şerê bênavcî destpêdikir…”
Divê beşê çandê bê xwendin. Di stiranên herêmê de mirov dikare gelek wêneyên rengîn ku herêmê dide danasîn bibîne û li ser herêmê bibe xwedî dîtin.
Pirtûk bi sebrê hatiye avakirin. Her çiqasî ji aliyê Şerefxan Cizîrî hatibe nivîsîn jî, keda nivîskar Biro Omerî, ji awira zaniyariyên dîrokî, çandî û nexşeya malbatê de piralî derdikeve pêşberî mirovan. Berhem weke xebatek hevbeş xuyanî dike: Anku Şerefxan Cizîrî û Biro Omerî xebatê piralî bilind dikin.
Jin nîvê civatê ne. Tevayê lehengên mezin, ji jinan çêbûne û ji bo serkevtina wan, jin bûne alîkar û rolek aktîf lîstine. Mirov zane ku li Kurdistanê rola jinên serokeşîr û bavik, mezin e. Anku jin ne tenê bûne alîkar, wan rêvebiriya me jî kirine.
Hejmarek mezin jinên Omeriya ji bo parastina çand, ziman, tore û welatê xwe kedek mezin dane, îro jî di xebatên demokratîk de û li serê çiyayên Kurdistanê xebatek bê rawestan pêk dihênin. Li bajaran rêvebir in, li serê çiyayên Kurdistanê serleşkeriyê dikin. Bê guman e ku nivîskar dikarîbû, rola jinan ya sed sala dawî jî bike mijarek ji bo xebata xwe, dikarîbû nexşeyek jina jî weke karek bingehîn bikira. Lê wisa xuyanî dike ku ev xebat maye ji bo berhemek e din, anjî çapa duwê.
Di beşa cografyayê de, dikarîbû navê gundên Omeriya li deverekê bihata komkirin. Her wisa hejmara rûniştvanên wan gundan, li gorî çavkaniyên fermî bihata nivîsîn. Li ser dîroka wan gundan, kurtezaniyarî bihata pêşkêşkirin. Nexşeya Omeriya ku di dawiya pirtûkê de hatiye dayîn, nayê xwendin. Divê em kêmasî di çapa duwê de bê serastkirin.
Bi kurtî, pirtûka Omeriya Mirsom di mijara xwe de têra xwe serkevtî ye. Kurdiya wê akademîk e. Tevayên mijaran bi rêkûpêk û li gorî pîvanên zaniyariyê hatine rêzkirin û bicîhkirin. Car carna nirxandinên teorîk dirêj bibin jî, rê li ber kêşara pirtûkê nagirin. Çavkaniyên hatine bikaranîn nirxê xebatê bilind dikin. Mirov bi rêya xebatên wisa herêmên welatê xwe nas dikin û li ser dibin xwedî zaniyarî û dîtin. Her çiqas ji awira jinan ve kêmasiya xwe hebe jî, pirtûka Omeriya Mirsom xebatek cidî ye û bi nirx e.
Pirtûka Omeriya Mirsom, berî nuha (2009) di nav weşanên Marhas ê de derketibû. Xebat ji 320 rûpelan pêk tê. Kesên bixwazin dikarin bi rêya : mar_has_der@hotmail.com ê pirtûkê bi dest bixînin.
EuroKurd News – eurokurdnews@comhem.se







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1761