Baþûrê Kurdistan û hilbijartinên wê
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 24 íæáíæ 2009
Mijar: Nûçe



Azer Osî

wekî ku tê zanîn wê di 25 ê Tîrmehê de hilbijartinên giþtî li baþûrê Kurdistanê (Kurdistana Îraqê) dest pê bibe û wê di danê êvarê de biqede.
tiþtê balkêþe ewe...ku pir partî tevlî vê hilbijartinê dibin û 1 yek ji 5 kesan jî, ji boyî serokatiya kurdistanê, yanî herêmê we re hilbijaritn, yanî bi dengên gelê Kurdistanê (kurd, Asûrî, Kildan, ermenî, Turkuman û Ereb). Di van hilbijartinan de lîsteya Hêvî jê bê par ma, bi buhaneya ku Alîgirên P KK ê ne,
Lê tevî vî tiþtî jî, wê ev hilbijartin di Rojhilata navîn de bibine nimûneyekî baþ, ji ber ku wê bi hezaran ji kesayetiyên nav netewyî amade bibin û rewþa hilbijartinan kontrol bikin.


Tiþtê balkêþ ewe ku hêdî hedî gelê kurd rola xwe di nava vê cîhana bê dad de dilîze û roleke pozîtîf dest nîþan dike. Ew gelê ku hemû cûreyên zorê li ser di çar perçeyên Kurdistanê, dihate meþandin.
Bala min jî pir hate Kiþandin di van hilbijartinan de, yek jê gefên hêzên Þofînist yên ku tiþtekî ji kurdan re pesend nakin ji bilî çewisandinê, lê ez bawer dikim kurd nema guhdarî wan dengên neþaz dikin, lê ya herî giring ewe ku kurd ber bi yekîtiyeke netewî dirin û partiyên kurd yên sereke ev yek baþ naskirine ku yekîtiya Netew di ser ya partiyan re ye û partî jî gerek di xizmeta netew de bin.
merov bi giþtî dilê her kudekî veke wê bêje yekitiya kurdan ez dixwazim. dibê ku pir wateya vê gotinê nizanbin, lê ji ber pêþiyên me gotine, ev gotin di serê her kurdekî de hatiye tomar kirin.
Dijminê me kurdan bi wê yekê baþ dizanîn û li ser tayê nakokiyên civat û partiyên Kurdistanê kurd bera hev didan û hêza kurdan bi destên kurdan têk dibirin û li nava cîhanê digotin kurd bi kêr nayên. vê yekê jî kurd pir di hemû aliyan de qels kirin û bi taybetî û tiþtê herî giring di warê pisîkolojî de.
Îro hinekî rêvebirên gelê kurd di çar perçeyên kurdistanê de, naskirine ku rêça diyalokê û rêbazên dîmoqratiyê bi hev re rêça yekemîne ji boyî serkeftina doza gelê Kurdistan.
Ez her dem dibêjim, ku partiyên kurd bi dilsoî nêzîkî hev bibin û rêzgirtinê ji hev re bigrin, wê pir destkeftiyan pêk bînin, yanî bera her partiyek li gorî bîr û baweriya xwe, li gorî ramana xwe, tev bigere, bêyî ku hestên kurdewariyê birîn bikin, bêyî ku di tiþtên biçûk de bi ramin, yanî her dem li ser xurtkirina kurdan û ji hev xistina dijminên kurdan bi ramin, wê kurd wê çaxê ji hêzên yekemîn di rojhilata navîn de bin û wê di nava cîhanê de rêz ji kurdan re, we re girtin (ji ber dema ku merov rêzgirtina xwe bigre, wê her kes jê re rêzgirtinê bigre)
Tevî listikên dijminan..kurdan li bakurê kurdistanê di hilbijartinê þaredariyan de, dengên xwe dane xwe yanî dane  DTP ê û wê di 25 ê vê heyvê de, dengên xwe ji xwe bidine xwe. Wê parlemanek ne yek reng yanî pir reng be, ta ku  di demên dahatûyê de yek kontrola yê di bike û hemû tiþtên gendeliyê têk bibin.
Ez jî wekî merovekî kurd bi þehnazî, li van hilbijartinan dinerim û bi hestên kurdewariyê her kesê kurdewar hembêz dikim
pir kêfxweþ dibim dema ku serokê herêma kurdistanê birêz Mesûd Barzanî dibê nema û nema rê didin ku kurd bi destê kurd we re kuþtin
dizanim bê ev gotin çiqasî hêzê dide kurdên dilsoz, ne yên kurtêl xur, û dizanim bê çiqasî ev gotin dilê neyarên doza kurd û kurdisatn tarî dike
wê demê nema dikarin lîstikên xweyî qirêj bi destên kurdan pêk bînin û mecbûr bimînin ku mafê Kurdan bidin wan.
Ez bi hêvîme, ku wê ev hilbijartin pêþbaziyeke gewre bide doza kurd li her sê aliyên din ji kurdistanê
bijî Kurdistan û bijî yekitiya gelan
24.07. 2009







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1738