Hussein Abbas
Here lêlê, here lêlê
Te dayikê, te kihêlê
Piþtî kur û keçan, lêlê
Ti bû wek kundê ser kêlê
Dikî gazî, kes his nakê
Dikî hewar, kes deng nakê!
Here lêlê, here lêlê
Te dayikê, te kihêlê
Çavêm kul in ji hêstira
Dilêm têþê ji xemhilgira
Çokþikestî tevî milan
Por sipî bû ji van kulan!
Here lêlê, here lêlê
Te dayikê, te kihêlê
Ji xwe re bihiþ in, lêlê
Ji te re kor û gêj in, lêlê
Tu dibê werin, me bibînin
Me ji vî halî zû derînin
Here lêlê, here lêlê
Te dayikê, te kihêlê
Piþtî kur û keçan, lêlê
Tu bû wek kundê ser kêlê !