Helbestin hilbijartî
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 03 íæáíæ 2009
Mijar: Nûçe




Helbestvan: Mihemed El Maxût
  Wergêr ji Erebî: Xalis Msewer

Gopalê te yê tu xwe dide ser
Ziftê di êþîne
Anha (se`et) sisê ji vê sedsalyê
Tiþt nemaye ku kelaxê  miriyan
Ji pîlavên rîwiyan
Cuda bike
   *       *         *


Ey zîlana deryê minî xirabe,
Hemû xizm û hezkerê min mirin
Liber deryê gunda mirin
Û tilyên wan mina sitiryan
Liber bê raxistîne
Lê þevekê ezê bêm
wê xwîna yasemîn û nêrgizan
di bêvila min de
bifûre
*       *      *
Bi vîxanên bibilan û awazên çûkan ve
Tu bi qedrê xwedêke, bavê min:
Dev ji min û danheva ardû û ilûman
Berde
Û were perçê min ji klolanan
Bide hev
Berya ku bahoz min bin ax bike
Yan rêþker min ji hev belavbikin
Ev pênûs wê min li mirina min rastbîne
Tu zindan nemane ku ez lê negerandime
Û ne resîfek maye ku toza wê di min nedaye
*      *     *
Emin yên liber deryê zevyên xwe birçîne..
Liber zarokên xwe þaþomaþin…
Liber alên xwe ser tewandîne…
Liber balyozxanên xwe kombûyîne…
Emin……yên ku ji bilî di balefiran de, bêkêþin
Em pirça sicada mirovanyêne, di vê herêmê de, liber lingên çûn û hatinê de, raxistîne…
ji derya ta bi kindavê, emê libal van Erean çibikin ?.
(Se`et) dane me, û dem birin
Pîlav dane me, û rê birin
Berleman dane me û azadî birin
Baran û hingulîsk dane me, û hezkirin birin
Hêlan dane me, û cejin birin
Þîrê ziwa dane me, û zarotî birin
Semada kîmyawî dane me, û bihar birin
Mizkeft û kenîse dane me, û bawerî  birin
Pêwan û kilît dane me, û ewle birin
Þoreþgêr dane me, û þoreþ birin
*      *      *
Dema riwê te  di pêlekê de rûnê
Û bi kunehên xwe itiraf neke
Ku tu bi biterqe li dinê
Wê li jora postirekê, ji þevbihêrka te re bibe tîfal
Ku bi navê þewitandinan
Tu li Gulê mîna berdevkekî fermî guhdarbike
Ku tu tasa xwe, ji paytext Meqamat û qurbanan
Vexwe
Tu hewildanê bike
Û bibe tîbek û bilive
Bi lingên didokê sê çarka
Dîrokê gunehkar bike
Ewe yê ku dengan di zengilan de xiradike
[[ Birastî ewê ku cihê mixabinyate ye…nîþanên tirafîkêne. Li wira di ebedînê de. Xwe ji ber barê xwe nedealî.]].






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1706