Deh piyal û peyamek (Helbest)
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 24 ÃÈÑíá 2009
Mijar: Nûçe



 
Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Hêlîn


Bi vê evîna delalî,
bi her du dilên hevmalî,
bi nerînên ko þev û rojan li hev xwedî ne,
bînahî ji te re hêlîn e.
Eger ew gerim li te hênik bibe
an hindik bibe,
ez ê dilê xwe ji te re bikim palgeh
konê porê xwe li ser vegire;
bila tiliyên min
þeva wî þeh bike.


Qitîtk*

Buhar ji çavên te re nimêj dike.
Sibeh jî dixwaze rengê dilê te bipoþe.
Tilî, biskên pirsan ji ser dêmên te didin alî
û her hêvî di nerînên te de têne dîtin.

Vê sibehê li ber wêneyê te rawestiyam
pê re peyivîm,
bi lêv û diranan re keniyam.

Çena piçûk çi xweþ e,
wê bidim ber gezên hênik,
gerdenê bihin bikim,
û tiliyan têkim nav porê þeva ko li henaseyên min geryayî ye.

Kevanê ebrûyan pirsan divirînin,*
qitîtkên dêman,
hingivê stranekê diyarî min dikin.

Piþkojên guharan xalekê didin bin pênûsa min,
ew þana piçûk li ser dêma rastê,
dibe pêlek dikeve derya helbestê.

Êdî çav çi bibêjin?
Heyv û rok li rast û çepê dikenin
û navê te di tevina mejî de bi tîrêjên xwe dirêsin.


Kotirên þermîn

Bi wê zanînê,
hinarkên rûyê evînê diyar kir.
Cotek kotirên þermîn ji tirsa min û xwe firand.
Ji asîmanê derdê me,
ji lûsa sînga me,
ji birçîna xweziya me
balindeyên peyvên me berê xwe dane spîndarên girîna pênûsan
û li ser libokên genimî arezûya me nivîsandin.  

Tov
Dengê me kirine tov
di çiçikên jiyanê de çandin.
Bi wan hestên jîndayî,
bi wê hilma buhar,
bi wan destên zêrîn û çavên bendewar,
evîn di kêlîkan de
damar bi damar av dide.

Newroz

Berê min li çavên reþ e,
piyala evînê di dest de dibêje;
were dil bûye zevîdar.
Gilovera volkanê navê te derdike.
Pêtî bi pêtî belav dike.
Were tu Xemê min î,
ez hêminiya te me,
aramiya bejna te me…
Agir ji dûriyê na vemire.
Sibeheke geþ
wek pilingên çavên hêvîdar
dixwazim ji te re alê ji hetava dil hildim.
Roja zayîna min û te ye,
Ev roj newroz e…

Evîn

Evîna te li nav ewran,
hêdî hêdî
bû hûrbaran,
bi ser dilê min de bariya.
Va zeviya temen þînkir,
û darek jiyanê tê de çand.

Sibeh

Sibeh e,
Kenê te di çemê hênkayê de avjeniyê dike.
Navê te biskên wê þayik dike,
Aviya li ser peyvên buharan ji nerîna te diherike.
Henaseyên min ji awirên te re dibin kolan
û xalxalokên tiliyên min seyranê li baxê dêmên te dikin.

Dan
Kanî ji taya þevê derbû,
Te çavên xwe ji xewê vekir;
þivanê xewna te, li hêviya þemala zayînê bû.
Dema li dora peyama dêman li xwe digeriyam,
û li ber barana wê dilovaniyê 
Pênûsa min çend gulên helbestî di zeviya mijankan de çandin.
Hunera evînê ji birîna kevalê dil herikî.
Destê þevê ji kaniyê nabe û dilê kaniyê ji danê nabe.

Penga pirsê*
Gava dil berê xwe dide dil
çavên bendewar li ser rêka kadizan nalûsin.
Gava sînga civata stêran ji heyvê re vedibe
û perdeyên hêviyê li ber nagirin.
Gava pêlên xweziyê ji toreya evîna nixumandî rizgar dibin.
Peravên hiþ ji penga pirsên dilê te siyê vedigirin.
Sorgulên kenê te cejna hevdîtinê divejînin,
û keskesora þahiya kêlîkan li asîmanê helbesta min dixemile…

Dadgeh

Eger helbest dadwer e,
evîn tawanbar e.
Perperîkên daxwazê dîdevan in,
û pênûs parêzera çalak li dadgeha dil e!
Bê agehî her du evîndar
sîwana bêgunehiyê li xwe dipêçin.


10/04/2009

 
Peyam: Name, peyxam
Qitîtk, qetîtk: Dema berê talik (petîx) dikirin tîfil û li ber rokê zuha dikirin. Zivistanê dixwarin. Ji van parçê talikan re Qitîtk dihate gotin.
Divirîne: Davêje.
Virand: Avêt
Peng: Guloka ta.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1623