Namlkeyn sirdan
Drok: 22 2009
Mijar: Ne




Mesûd Xelef
Zozanên hikbûyî, sawa vê axê dirêj kirin lo.
Xembarin çavên gerdenazan,
Diran elmasan,
Li wî rexê evê jî,
Nema serê çiyayên jorî, dibiirin avjiyana genimî.


Parçên melûlyê bi toza bîranînan ve dihitin
Tevzînokên leê wê, ûn xewnên min in dosto!
Çawa tu dibêjî, negirî?...
Negirî li ser tîpên vê zerçûnê.
Û dilop, dilop, sîbera evistanê vexwe,
Bîrihatinên kevin yên parçebûnê ne,
Zîl didin, di ferhenga keviza maçên heram de.


Tu dirêjitirîn sirûd bûyî,
Ciwantirîn nermebaran bûyî,
evçirayên bêhûdeyiya giyan bûyî,
Gelawêja zemawenda ahenga birçîbûna ahmaran bûyî.
Ey Mihabad û mijabada ber dergehên mirarbûna sikiratên alxatûna wenda.
Xwezî em xewnek bin,
Û ji westana çav lirêmanê azad bin,
Rizgar bin yar.


Hîna dilvim,
Hîna digerim,
Hîna direvim,
Ba, av û ax têra nîv sirûdan nakin,
ehîd jî, li wî kenarê bajar, dawetên zengîniya hestiyên xwe dikin.
abe ji kêferata cîranên wan yên zindî re,
abe ji kewên bergorên mirî re,
Êdî cîhan sare lo, sare
Wekî vê sirûdê sare, bavê Xanî,
Êdî helbestên tagirtî, diyarî werzên bawîbûnê dikim.
Namîne ev xwîn,
Namîne ev kîn,
Na fûre ev vîn,
Dilketyê sirûda pûngê me,
Rengê jehra demê me,
Pîregencê seriniîvê dûriya axîna hezê me.

***

Di wê kêlîkê de, bavê Xanî, ji vexwarina qehwê qediya, ji xwe ew heyamek bû, guh nedida vê helbestê, diyar bû periyên yar-neyarekî ew kiribûne dozexa eqa êxê Senaniya…
Guhdaar ke loo guhdar ke....
Dirêjitirîn ev bi gulîzera vê sirûdê re, gunehe.
Rîhantirîn jan di gulîstana vê zînê de, mereqe.
Ho, ahinahê melûliya zêmarstana vê xemgînyê,
Êdî welatê min çi nîne pêkêî te bike.

- Di rojnama Çavdêr de hatiye belav kirin






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1621