Rola rojnamegeriyê di jiyana miletê kurd de
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 22 ÃÈÑíá 2009
Mijar: Nûçe



Melevan Resûl

Rojnamegerî di hemî çax û deman de bi roleke aktîf  rabûye û hoyên civakî û siyasî di jiyana miletê kurd de niþan daye , govar û rojname di serdemên kon û tarî de karin e delîveyên herî baþ di ronakbîriya civakî û siyasî de bixebite û dergihek fereh di perwedekirina zanîn û xwendinê bi taybet bi zimanê kurdî  belav bike , ev erkê giran dikete ser milê rojnamegerên kurd da ku karibin çanda netewî ber bi pêþve bidin û girseyên milet hiþyar bikin , ji layê konevanî ve û hem ji layê naskirina toreya kurdî ve , gavin mezin hatin avêtin , piraniya helbestvan û nivîskaran karîn ramanên xwe raxin ser rûpelên wan , hin têbînî û hin pêþniyar bûn , sûde ji serpêhatiya miletên biyanî wergirtin û ew ji xwe re dikirin mînak , ji layê bizav û xebata çandî û hunerî ve , û li rexê dinê tekoþîna ji bo qizinckirina mafê netewî bû .


 Her çendî xebatkar ne kawir û pisporê vê saziyê bûn jî , lê wan bandorek berfereh di nava civakê de kirin , di du astan de xebat dihate kirin , eva jî hêviyek mezin û bawerîke xurt di nava pirraniya milet de çand .
Belavbûna hejmarek rojname û govarên kurdî asoyên fereh peyde kirin û serencamek di rewþa çandî de eþkera bû  , ev karê pîroz ne bi hêsanî pêþve çû , her demî rojnamegêr di bin gefxwarin û qedexekirinê de ne , li seranserî welatê me lisansa weþanê ji tu pirtûk , govar û rojnameyan re nehatiye dan , ji bilî rojnameya dewletê ya fermî tu rojnamegeriya azad yan opezesyon peyde nabin , di çend salên borî de goþeyek ji bihnvedana rojnamevaniya kurdî re hebû , ango çav jê dihate girtin , lê dezgehên ragihandinê îro pirr bûne û nema mirov li benda rojnamegeriya kaxetî ya qedexe dimîne ,  alavên teknîka nûjen ew sînor derbas kiriye , îro bi dehan kenalên bi zimanê kurdî weþanê dikin û bi sedan malperên kurdî hene , heger dilê rêveberiya wan dezgihan hebe , ew dikarin hemî ragihandin û babetên çandî û hunerî û civakî li gor rastiya wê bixweþînin , cihê daxê ye em bêjin ku hîn ev alavên teknîkî di nava destê mede , di bin bandora hêzên paretiyan de man e û gelek nivîskar û rojnameger ji nedîtî ve têne dîtin , serada partiyan li gorî stratîciya rêxistinan hilbijartina xwe dike .
Tiþta herî kirîtîk di nava van alavên teknîkî de ewe ku hîn têkilhevî di ravekirina nivîskar û rojnameger de heye , ji ber ku karê rojnamegeriya bi kawir hîn li seran serî welatê me û di çar parçên kurdistanê de ne rûniþtiye , heger li baþûr hebe jî lê ew qels û kêmketî ye .
Xala herî giring di weþanên pirtûk û rojnameyan de ew xemsariya ji çand û zimanê kurdî re çima heye ? nemaze perwerdekirina çînên civakê mîna zarok û ciwanan ne di hiþ û bîra kesî de ye , pirraniya weþanên xuya yên partiya ne û bi zimanê biyanî ne , em dizanin dibîstanên fermî ji bonî perwerdekirina çand û zimanê kurdî qedexe ne , heta bi qorsên perwerdekirinê di cihê xwe de rawesta ne .
Xuyaye ku partiyên kurdî li nav û dengê xwe digerin , doza milet di rêza duyem tê , ma ne seyre dema em dibêjin ku hejmara miletê kurd li baþûrê rojava xwe dighîne 3 melyonan û 16 partiyên wî hene , heyf û mixabin hemûyan li ser hev nekarine dezgiheka ragihandinê yan perwerdekirinê saz bikin . hemî partî di seranserî cîhanê de bi saziyên xwe mezin dibin , lê ka em kurd xwedanê çend sendîka , sazî , komelgeh û yariyan e ?.       
Dema em roja rojnamegeriya kurdî pîroz dikin , pêwiste em wefadar bin bi xwedanê xama zêrîn yê ev roj ji mere bi navkirî ( mîr Miqdad ) û malbata Bedirxaniyên ku pêþîvan bûn û xwedan ked û westan bûn di warê weþan û pênasîna tore ,ziman û çanda kurdî de .
Di vê roja pîroz de ji hemî rewþenbîr û nivîskar û rojnamegerên kurd tê xwestin ku wê þopa pîroz bernedin û her yek di hindama xwede têkildar be bi çand û zimanê kurdî re , hevcotî tore û çanda cîhana pêþverû ya ku me bi miletê dinyayê dide nasîn ,
Bila ev delîve me serderî cîhanê bike û miletê kurd fêrî çanda wî ya netewî bike , hingî emê karibin bi serbilindî bêjin ku me sazî hene û rojnamegeriya kurdî heye .  






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1619