Selah Mihemed
Tariya zîndanê bi ser minde hat
Dibe ez û mirinê bibine pat
Dergevana derî li ber min girtin
Ji ber þewqa tariyê çav ne hilat
Girêdayê qeyd û zincîrê weme
Li saya we bi carek ne hewceme
Li sozê xwe tucarî na qulupim
Ku ez bimrim þehîdê sozê xweme
Zîndanê ji cîhanê cudakirim
Qamçîbaza azadiyê dûrkirim
Can û cendek ji hevdû cudakirin
Min bikin hezar perçe ez namirim
Her bi her herçar dîwar ew têne hev
Ger ez bibim pêxember qet nîne rev
Gerdena dujmin bera ew bi xelê
Hewar û gazî û pirs tev bê bersev
Qirdiyanê zîndanê carek tenê
Hêviy û gazincê min guh bidenê
Li min carek bi tenê guhdar bikin
Destê xwe bes bi guvêþ li gerdenê
Qirdiyan û terî li min bûne yek
Nîne ruhnî ne pencere ne kulek
Ezê bimrim azadiyê nabînim
Xayîne li min qeder û hem felek