Þadîman
Dîrok: ÇáÓÈÊ 18 ÃÈÑíá 2009
Mijar: Nûçe




Azer Osî

Bi bayê jînê re,
li te digeriyam heval,
jînê jî, bi bayê te re,
xwe li bayê min digirt.
Di demsalên xwe de,
ber bi demsalên te dihat
û ji min xelat dayîna te dixwest.


Her dem, min te li civata xewnên xwe didît.
Destên te, li ser milên min dibûn
û ji bêhna te,
bihara min xunav dida.
Xewnên min, mîna xewnên çavên te dibûn
û razên te li kenarên dil, dest têwerdana
tavên heyva min dikir.
Nizanim, lê tû dizane
bê li ku, tê bi cih bibe
û her sibeh, ji rojê re,
çi bêje.
Bi te, ne ez di þevan de, serberjêr dibim
û ne di rojan de, roj jî zora min dibin.
Cûdî bi te, bisamax dibû
Gabar , destên xwe hine dikir
Qendîl, çirayên wê ronî didan
û ji dîlana te Oremar ser hiþ diçû.
Bêyî bêjim, dê we re
wê  ji ser yar sawa gumanan bar bike
wê hezkirin, neyar di ser de bi kuje,
û tev Bekoyan ji diyar koçber bike
û kurdan bi Kurdistan þa bike.

Elmanya








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1605