Kurd nzk arensa xwe dibin
Drok: 12 2009
Mijar: gotar



  Arevê Oskan

Titekî dûrî aqil û piransipan e ku netewek bi mezinbûna netewa kurd, ne tenê bê welat e, lê bi ser de jî ziman, çand, mûzik, kevnetor... jî bi têlên qedexekirî dorpêçayî ne. Ji bo bidestxistina van hemû mafên jiyanê û xwezaya mirovatiyê, ji berê de guh û çavên dunyayê ji dîtin û guhdanê re xetimî bûn. Ne ku kurdan doza mafê xwe nedikirin, ne ku bi dehan ore ranebibûn û bi deshezaran qurbanî nedabûn, lê belê ev hemû tit jî kiribûn û ji her aliyan ve jî diyar bû. Ji pêxemberê ku em ji wan re nimêj dikin bigre hetanî saziyên mafê mirovan û yekîtiya netewan. Berovajî wê, kurd bêhtirîn gelê ku bi axa xwe ve hatibûn girêdan. Hemû nirxên jiyanê ji parastina vê axê, vî zimanî û vê nasnameyê re kiribûn gorî. Kurdan li çiyan bi salan er kirin û li kolanên welatên rojavayê jî qîriyan, lê mixabin dengên wan aso derbas nedikirin û nedighat guhê kesî. Çi bi mebest û çi jî bê mebest.


Îro rew ne rewa berî bîst-sih salan e, em dibînin ku ji Amerîkayê bigre hetanî Europayê, di kêlîka yekem de li serpêhatiyên me hayê dibin û yekser me dispêrin rewa berjewendiyên xwe û bi taybet pitî qonaxa rawestandina erê sar û rûdana çend tevgerên terorane ku berjewendiyên wan welatan xistine metirsînê. Li vir kurd dikarin wek derfet jî ji xwe re keysan wek ensekî bibînin û wek berawerdî jî ji bo hebûna netewa xwe bikar bînin. Gelek kesayet û sazî hene ku ji kurdan bêhtir doza mafê kurdan dikin û carcaran ji bo van helwestan tên darizandin. Ev hemû jî nakeve warê fermiyetê, lê ji hêleke din ve, a ku hîn giringtir e, welatên Europayê û Amerikayê êdî nasnameya kurdan dipejirînin. Li welatên xwe zimanê kurdî wek zimanê xwendin û nivîsandinê qebûl dikin û ev bi xwe gavek erênî û serkeftî ye. Ne ji valahiyê tê, dema ku serokê Amerikayê tê Tirkî û li mafê kurdan mikur tê, lê welatê kurdan napejirîne, ew jî li gor siyastê titekî normal e, wa li Îraqê jî kurdek bûye serokê hemû iraqiyan, ji wî re jî Kurdistanek serbixwe û sînorkirî nayê pejirandin. Sedemên ku van titan heye, di baweriya min de ji ber rewa dunyayê ku gelên cihêreng bi awayê federal dikarin bi hev re bijî û aliyê din berjewendiya van dewletên serdestî dunyayê ne, ew jî dikeve bin bandorê û rolê dilîze.
Berê mafê kulturî jî ji kurdan re nedihat pejirandin. Vekirina radioyeke kurdî li welatekî wek Rûsiyayê dibû bûyereke mezin û binpêkirina rûmeta dijminên kurd dihate dîtin, lê îro ew dijmnên kevnar bi xwe radio û TVyan vedikin û bi kurdî weanê dikin. Ev hemî destkeftiyên dîrokî ne ji bo naskirina nasnameya kurdan. Li vir dixazim diyar bikim ku berdewamiya tekoîna kurdan û lihevhatina wan rolekê mezin dilîze. Em di gelek rûdanan de dibînin ku kurd jî wek hev nafikirin, ev mafekî gerdûnî ye ku her girûpek wek xwe birame, lê ya giring nasname hevbe e. Ji bo bidestxistina nasnameya netewa, kurd hemî dighêjin hev, li hemû derên cîhanê jî wisa ye. Cegerxwîn di helbestek xwe de dibêje: ”Em darekê diçînin deh sal, em jê naxwin ji zarokên me re dibe mal” Pitî bi sedan sal in ku ev gel li ser piya ne, dê bighêjin mafê xwe û ew jî dê rojekê ala xwe li ser baniyên xwe liba bike, lê dûr an nêzîk be, dê ew roj bê.
12.4.2009      






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1592