Min Briya Te Kiriye Esmer
Drok: 06 2009
Mijar: Helbest




Dmehat  Dêrikî

Nizanim çend dem?...
Di çend bageran de
Di çiyan de
Di didanên çerxa jînê de
Di nepeniyên xwe û axê de
Di xwezî û xweziya hêviyan de
Li te digeriyam,li xwe û li dilê te digeriyam?..


Da te bibînim û li ber dilê te, xwe,hiê xwe,hestên xwe,aop û nava xwe
Ya bi salan ku jibo dîtina te dikelî rayêxim.
Û ji dilovaniya te
Ji toza opa lingê te
Ji aramî û tebata mejîfirehiya te
Ji nêrîn sirûta te
Ji evên te xwe avabikim esmerê.
Û dema min tu wek wê rastiyê
Ku hemû perî û fireteyan di welatê xwe de
Winda dike
Û hemû kulilk li ber bejina te stûxwar dibin,dît.
Wê demê hemû peyvên ji ferhenga cîhandîtina te
Derbasî pirtûka giyanxweiya min bûn.
Min rengê xwe dît
Min hemû ewatên xwe
Hemû demên windayî
Hemû ahiyên derneg mayî di wê dîtinê de dîtin.
Êdî ez li ber dergehê dilê te bûm
Tu dikenî
Û min hemû xuda xwedawend
Di kenê te de jibîr dikirin esmer!..
Lê niha tu bê dengî
Penceraya wê mezelê girtiye
Dengê di evê de
Ez dibirim bajarê evînê û peyvên Qamilokê ez dikirim rêwî li kolanên eqê
Lal bûye.
Ka ew pirtûkxana te ya nefispiçûk
Ka ew çavên te yê di keviran de gul dipikivandin?
Min bêriya te kiriye esmer!
Ji xwe pirtir
Ji  wan dîtina pirtir
Ji rojê û heyvê pirtir
Ji wan salên çûyîn pirtir,min bêriya te kiriye!
Dilovanî esmer,dilovanî esmer.dilovanî!..
Niha bê te erdek qeliî me..
Li benda barana dilovaniya te me Esmerê
Li benda te me tu bêje,rojba,êvarba..Esmerê..







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1582