Di derbarê þêrzemîna xewnên kuþtî de Diyariye bo Bavê Gulê, min gelek bêriya we kiriye lo
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 31 ãÇÑÓ 2009
Mijar: Helbest




Mesûd Xelef
doxanxezne@hotmail.com

Ji þîrhatina demên avî re û xezalên çolên berbiskên hedara bêrîkirnên dijwar re, em ê sînorên bê omîdiyê diyarî wan bikin û ji laþê xwe yê parçekirî re mikur bihên,
Ey agirê memikên welatekî qedexekirî,
Ma ez ê çawa biperêsim piþtî agirê te, rejiyeke keldûmana azadiyeke, azad,
Kî dibare ji taviyên serpêhatiyên hilfirîna giyanên kevirkirî,
Wê kî, valatiya keskecanên me, li parzûnê bêrîvaneke dilþikestî bike,


Êdî, em dibine hilim, dibine xelkên dûmana cigareke hiþiyar ji agir.
Wate û serwate qerebûkirina hestên qerisî nake li qontarên çiyayê Metîn, ey dilê rebin,
Ey dilê þeperze ji bilindahî û nizmiya notên muzîka bê mirin,
Xwe daweþîne ji nefretên jiyana bê maç, bê viyan, bê dost,
Bê, av, bê daristan, bê hewa, bê helbest.

Hesretin, çemên windabûnê ne di zindana avrêjiya bawîbûna hizirî de,
Dilê min dawerivîne ji dûrbûna bêrîkirina xwe, nema hedana vî zarokî di bênahiya çavên  min de dihê,
Jandarin rojên þehweta berkerarbûna vê bendemanê yar,
Sêdare didin, dûmahîk gulnesrîn,
Bergor dikin, ciwantirîn bihar,
Diqelêþin zikê naziktirîn henase û gulhinar,
Radixin, ser stiwê min, ferþê bêhiþtirîn împirator û dibêjin binvîse hozan,
Êdî ji þewatê direvim, ji boyaxê xwe diveþêrim, ji vî cemawerî xwe diparêzim, û dibime kefenê þîrdana heyamên pirperîka.

Vaye þev, deryaçeke ji maçên qaçax re,
Lewma 12 mehan þev li welatê min avise
Beravêtiye, hezkirin, xeyal û evîn.
Kulîlikên ser kenarên pencerên ûmîdwar jî,
Bi dizî, awirekî di keçîniya Meryemayê de tomar dikin.

Da ku tu havênê tirsa mina kevinar ne þilqînê,
Da ku tu peyvbendên perweriya aþopên seqet newaze bibin,
Sikak û kolanên havîbûna hizirên telezgeh derbas bike.
Da ku qolaçên dîdeyên bizdonek nehingivin desthezkirina te,
Weku dînekî hizir bike, ey xerîbê xirbistana kavilên nehengan.

Gulîstanên þadiyê nema dinalin heval,
Nema bêhina axê difûre ji gustîla Memê Ala,
Dixwazim sikratên vê mayinê bi dîwarê mayina Gilgamêþan ve daleqînim,
Barê karwanê me girê de bavê Gulê,
Bakurê vî çiyayî mij û morane,
Zindane ev çîrok, rêya jînê jî, girtiye,
Naçêrin keriyên hêsran di keske erzaniya vê birînê de, bira.

Di kovara PEYV hijmar 48 de hatiye belav kirin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1577