Sed carî gorî we bibim û carekî gorî xwe bibim
Dîrok: ÇáÎãíÓ 26 ãÇÑÓ 2009
Mijar: gotar



Melevan Resûl
Ez bi te û te bi wan , em hemî bi hev hene , bi sala ne ev gotin di mejyaê mede digijmijê û hîn em dubare dikin , eva jî yekek ji baþî û qenciyên serpêhatiya me kurda ne û dihêle hestê netewî gurr bibe , lê hinga ev dilsozî bikeve þik û gomanan  ? derewçî zûbizû kevelî ser xwe tavêjin û ji buçeya hevgirtin û hevdadanê bi sûdeyên kêmketî û bi gomanên nediyar wê soza komelgeyî binpê dikin û hêviyan berba dikin .



Eve bi salan e miletê kurd çavlirê ye û li benda çirîskek ronî çavên wî qerimîn , li seran serî welat dilsoziya wî bi hêvîye û pûç nebûye da ku doza baþorê kurdistanê bi serkeve , mîna mirovek nexweþ hebe lê wî destê xwe bi ser birîna xwe de da , bi xweziya serkeftina kêþa miletê kurd li baþore welat û gerewên pirbuha ji bonî dabînkirina doza kurdî , lê dema ku bihnek fereh hat e ber wan , em dikin ku ji eþqa fir bidin , me ji xwere digot ku wê kurdên baþor di sengerên parastina mede bin û emê karibin rojekî xwe li ber siha wan bigrin , ne dihate payin ku emê di piþtguhan re werin jibîrkirin , na ne ev tenê , ku li dijî mafê me derkevin yan xwe di ser de kerrbikin .
Em miletê kurd li baþorê rojava herdem bûne pir ji bo hemû parçên kurdistanê û bêça rizgariyê daye , heger ew ji nedîtî ve were temaþe kirin , ew dorbîna kor e ji bal biraderên me ve , tenê wekî nimûne min dive ez li bîr bînim ku serhildana 12 adara 2004an bi mebesta parastina navê serkirdeyên baþor ji binpêkirina nijadperst û dijminê navê kurd bû .
Belkî ev cara seda ye em dibin gorî ji bo parçên kurdistanê û nepoþmanin di vê helwestê de , lê xwezî serkirdeyên baþor bi neynika em li wan temaþa dikin ew jî li me binerin û bêjin :
De babo bese hew xwe gorî me bikin , heme herin vê carê gorî xwe bibin .
Bi qasî þewata nava dilê me bila li birînên me temaþa bikin , gelo ma hûn dizanin ku helwesta we ya ne kurdînî li dijî xebata rizgariya bakurê kurdistanê mîna þûrekî ye hûn di piþta mede diçikilînin û hêvî ji we nema were kirin ku hûn li parastina navê kurdewariyê digerin ? bi teybet helwesta mam Celal Telebanî ku bi zîrekiya xwe bi nav û denge lê ew zîrekiya xwe dixe bin xizmeta dijminê miletê kurd de , li þûna xwe nîþan bide ku ew dijminê bizava bakurî kurdistanê ye û dilê mîtingeran þa bike , bila helwestek xêrxwaz û navbêniyê bike di çareserkirina doza kurdî de , me hêvî dikir ku tu wekî serkirdeyekî kurd li xwe binere û bi ceger be wekî berpirsên tirkan di rûyê wan de pirsa kurdî biteqînî , ne tu herî bazara firotin û têkçûna kurdan bi dijmin re mor bikî , heger bi rastî tu serokî ? xwe neke serok hozê kurdî , bila singa te fereh be û bi rastî bibe Mamê kurdan .

melevanresul@hotmail.com

 25 / 3 / 2009







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1566