Daxuyaniya Konferansa Berzanisme
Dîrok: ÇáÃÍÏ 10 ÓÈÊãÈÑ 2006
Mijar: Nûçe


Di 7.9.2006an de saet 10 ê sibehê li zankoya hikûmî ya  Moldo  beþa Politology konferansê Berzanisationism ; Berzanisme û Pirsa Kurd bi îdara Zankoya  hikûmî ya Moldo bi serokatiya Prof.Moraru û Prof,ê  Alîkar Heval Mîro , hate lidar xistin

Programê Konferansê :

1- Prof.Dr.Dekane Zanko yê ; Saca konferans pêþkêþkir û vekir .
2- Prof.Dr. Moraru gotareke zanistî li ser pirsa Kurd di çarçoveya Berzanisationismê ; Berzanîsmê ji bo mêvanên
konferansê diyar kir .


3- Prof.Dr.Arîkar Heval Mîro lêkolîneke zanistî-siyasî li ser teoriya zansitî ya Berzanisatîonismê ; Berzanism û Pirsa rizgariya neteweya  Kurd bi zimanê Ingilîzî pêþkêþî mêvanên konferansê kir û ji Zanko , Profesorên polîtîk , hikûmeta Moldo daxwaz kir ku ew piþtgiriya Kurdistana federe bi serokatiya Berzanisationism û Berzanîsmê bikin .
Prof.Mîro ,her weha ,bi rengekî akadîmîk û demokratîk rastiya Pirsa Kurd bi serokatiya Berzanisationismê ya ku zêdêyî sedan sal e ku ji bo demokrasî , aþîtî , mirovahî û wekheviya gelan kar dike û teoriya zansitiya Berzanisationismê , Berzanîsmê rêya çareseriya hemû problemên netewî û navnetewî ya dema nuh ronî dike .
Þerê sîstematîk wek cênosayidê li dijî Berzanisationisma zanistî û demokratîk , di sala 1983''''''''''''''''an de , li devera Berzana mûqedes û pîroz (zêdeyî 8,000 Barzaniyan hatine qirkirin) , her weha qetilama (komkujiya ) bi navê Enfalan (zêdeyî 182,000 ) Kurd sîstematîkî bi destê rêjîma faþîsta Bexdayê hatine kuþtin .

Di dawiyê de , Mîro diyar kir ku dem hatiye ku dinya bi giþtî dengê xwe hilde û sizayê Sedam Husên û hevalbend û darûdestên wî bibire û hemû rengên arîkariyê bo Kurdistana azad bi serokatiya Berzanisationismê ; Berzanîsmê pêþkêþ bikin .

Belê , mêvanên ku mûdaxeleyên giranbuha pêþkêþî Konferansê kirin ev bûn :

1- Birêz mamoste Selah Bedredîn ; Çavdêrê Giþtî yê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî , serokê partiya Hevgirtin û nivîskarê yekemîn yê ku bi teorî li ser Berzansîsmê pir vekolînên teorî nirxbuha pêþkêþî raya giþtî kiriye , bi
rengekî  zelal û pîtî pirsa Kurd û rola siyaseta Berzanismê , ya ku bûye bingeha aþîtî û demokratîbûna Rojhilata Navîn , kir .

Hêja kak Selah Bedredîn bi zimanekî zansitî û diplomasî rêbaz û perensîpên Berzanîsmê , ya ku rê nade þerê olî , navxweyî û teroristî , wê di riya aþîtî û yekbûna gelê Iraqeka federal û yekbûyî de berdewam bike û wê rê nede kompaniya nijadperestan , teroristan û dij-demokartiyê li devera Rojhilata Navîn . Mamoste Bedredîn diyar kir ku Kurdistan wê rê nede regezperestî û tundûtûjiyê û mafê hemû ol û kêmnetewe gerantî kiriye û cihê xwe û mafê xweyî neteweyî , demokratîk û mirovahî di çarçoveya Berzanîsmê de girtine .

2- Senetra Bilê li Berzan bi rêberiya hêja mamoste Faxir Elî Arif  bi raporek dîrokî û siyasî li ser þerê cenosaiyda gelê Berzana Pîroz û Kurdistana azad ji bo mêvanê konferansê diyar kir . Hêja mamoste Faxir Arif , bi rengekî dîrokî , siyasî û diplomasî hemû rengên zulm û zora faþîzma Beis li dijî Berzana Pîroz û gelê Kurdistanê di çarçoveya Berzanisationismê ji bo Konferansê  þîrove kir . Hêja Arif , daxwazî li raya giþtî kir ku li hemberê Sedam dengê xwe bilind bikin û piþtgiriya Kurdistana azad bi xurtî bikin .

3- Bi sedema problemek teknîkî hêja Kak Dilþad Berzanî mixabin ne karibû tevlî Konferansê bibe .

     Mêvanên Konferansê ev bûn :

Zêdeyî 100 xwendevanî tevlî konferansê bûn di heman demê de wezîrê karê derve birêz
Tabacaru , serokê Ewlekariya Neteweyî ya Moldo , arîkarê serokkomar Lubo , serokê Zanokya Azad ya navneteweyî Prof.Gelben jî tevlî Konferansê bûn û herweha civînek taybet li ser pirsa Kurd û Berzanisationîzmê ; Berzanîsm hate guftûgokirin . Wezîr diyar kir ku ew dostê gelê Kurd in , û welatên wan herdem bo Berzanisationism ; Berzanizmê û pirsa Kurd vekiriye . 
 Hêja wezîrê karê derve silav û rêzên taybet bo serokê Kurdistana Federal hêja kak Mesûd Mustfafa Muhemmed El-Berzanî , serokwezîr hêja Nêçîrvan Idrîs El-Berzanî pêþkêþ kir û memnûniya xwe ji siyaseta Kurdistana federal anî ziman .

     Armancên Konferasê :

1- Belavkirina rastiya gelê Kurd û Kurdistan  ji bo raya giþtî .

2- Kampaniya ji bo piþtgiriya teorî û polîtîka Berzanisationîzmê ; Berzanîmê .

3- Berhevkirina raya giþtî û navneteweyî li hemberê gefên rêjîmên koloniyalîst wek rêjîma îranî , Sûrî û Tirkî li hemberî Kurdistana Federal .

4- Piþtgirî ji bo avakirina Zankoyek akadîmî di beþa politology ; Pêwendiyên Navneteweyî li dora Berzanisationîsm ; Berzanîsm bidin li ser hev .

     Girtin :

     Konferans saet 5ê êvarê serkeftî bidawî bû .  








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=155