Nameyên ji Evînê re (3)
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 13 ãÇÑÓ 2009
Mijar: Helbest



 
Demhat Dêrikî

Digrîm li ser te û xwe û demên veqetînê ku dûriyê de, qîrîna eþqa me bilind dike.
Erê Evîn,digrîm û di nava giriyê xwe de,dibim þahê bê dengiyan û di nava min de
Bê dengî xwe diafirîne…ez dibim bê deng,jiyan û cîhan dibin bê deng û derûna min
Xwe bi kefenê bê dengiyê dipêçe û dûrîkirin ji te,pêþkêþî min dike mirina zer,mirina sosrat evîn.


Binefþê,bêhn rîhanê,li van dûriyan nema dikarim kul û birînên xwe derman bikim
Nema dikarim janên xwe li bin banê kenê derewîn veþêrim.Rûyê min bûye
Pêþengeha tabloyên ji hevketî,rondik di çavên min de ahengên xwe li dar dixin.

Tu zanê, neynik ji tirsa rûyê minê ku bûyî erdek þeqitî diderizin.û zîqezîqa
Dengê minê bûyî vekirina dergehê mirinê her li meþa van kolana,li van dûriyan
Li piþta mine û ez bûme barkêþê dîmenên gundê xwe û dîmenên caniya te ya ku
Her þev û kêlî li ser dilê min bîrên hesretê dikole.

Hooo evîna ku li ber dergehê dilê wê bûyîm girtiyê bêhn sitandina wê,
Di hemû peyvan de,di hemû naverokan de,di hemû ken û þewatan de,di hemû
Beþên jiyanê de her tu heyî,her ber bi te û gundê xwe ve dibezim û xwe di hembêza
We de nêzîk dikim,lê dîsa dûrim…






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1536