Tenahiya serê sibehê
Dîrok: ÇáÃÍÏ 08 ãÇÑÓ 2009
Mijar: Helbest




Sîrwan Qiçço

Li wir…
Li zaboqên lal û
Kolanên fediyok em
Ji dayik bûn!
Li pêþ deriyê dibistanê
Gava ku rok hil dibû.


Gava ku sirûdên bayê
Kur, çend stiranên rojava
Li guhên me dipêçan..
Li wir…
Li ser dengê sibehê,
Hestên me kom dibûn û
Çirvîtkên dînbûnê
Har dibûn.
Kerweanên rojê li pey
Cenazeyên laþên me
Þîn dibûn.
Tirsa rojeke dirêj
Weke niviþteke sûndê bû..
Gotinên teze di maka
Xwe binax dibûn û
Gotinên zuha li ser maseyên þevê
Dibiþkivîn!
Li wir…
Wir dihate bîra min
Ligel rengê xakî û
Çend tiþtên din.

Zavistana Washington







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1521