Berbiskên buharê
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 03 ãÇÑÓ 2009
Mijar: Helbest




 
Ahîn Zozanî
Di bîranîna salvegera pakrewan Ezîza Yezîdî de

Te daristana giyanê min, bi agirê xatirxwestina xwe þewitand.
Bi çûna te, stûna malê hate xwar û sîbera dayika min bi tîrêjên xemgîniya sêwiyan riziya.
Nalîna çivîkên azadiyê dil û cerg dawerivandin.


Dayika ko bi destên xwe berbiskên buharê ji ser dêman dan alî û bi keska Þex Cibir serê te girêda.
Her pêncþem, berê xwe dide welatê mirinê û bi rondikên bêriyê dara jiyanê av dide.

Dayê, te bi xumava dil gulên lale di pirtûka jînê de geþ kir.
Dayê, bi navê azadiyê, li ser rûpelên dîrokê sirûda perwaneyên newrozê li darxist.
Ez ê çîrokên henaseyên te, li cendekê hestên xwe rapêçim û di þeveke bêreng de kurtepista biçûkaniya me li ber dengê lorîna dayika xwe raxînim.
Serpêhatiya te, di pirtûkxaneya êþa min de dastanek bû.
Bi teqîna kaniya derdan re dayê, çemê xemgîniya çavên te kolanên Waþokanî azirandin.
Li ber dûmana berbangê, bi dengê nimêja kewa sibehîn re
bihinkirina dawî bû,
himêzkirina dawî bû,
xatirxwestina dawî bû.

Dema biþirîn li ser rûyê firiþtî diyar bû,
dengê birûska barîna dayika min, agir bi zeviya temen xist û kaniya hiþ miçiqand.
Raperîna hestên þevê di kavilên qederê de windabûn.

Te gote min were, emê þahiya newrozê li darxin.
Were emê çirokên salên winda li ba bikin.
Were emê darbestên bêriyê binax bikin.
Were emê biyaniyê sêdar bikin.
Min soz da te û ez hatim.
Lê dem bi min re xayîn ket, pêrgî nêrgizên birîndar û þahiyeke kuþtî bûm.
Agirê pêrgîna dayika min, hêtûn di can de vêxist.
Xakê, ji bîr neke ko te buhatirîn gul ji hêlîna dil bir.

01.03.2009
Jêder: Avestakurd







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1507