S.Ç.H.R.K Çilmum di bîranîna helbestvanê nemir de pêrxistin
Dîrok: ÇáÃËäíä 02 ãÇÑÓ 2009
Mijar: Nûçe





Pir hêsane ger babeta nivîsa meriv mijarek azad be,
lê gava ew mijar bibe keda heftê salî ji bo pêşxistina helbesta Kurdî,
bibe li ser stûnek ji stûnên helbesta kurdî,
bibe jiyana helbestvanekî nemir,
bibe berhevkirina xebata wêjevanekî çalak,
ew kar pir zor û pênûs nekirkêr dibe.


Heftê û heft sal ji kêferta di nav pêşxistina çand û hunera Kurdî de,
heftê û heft sal ji tekoşîna zindî hiştina helbesta Kurdî
heftê û heft sal  ji êş û azaran di ber çand û hunera Kurdî de
û heftê û heftsal ji çandina peyvên resen di gulîstana wêjeya kurdî de
bê goman wê ne hêsan be bîranîna pênûseke çalak, bîranîna helbestvanekî wêrek wê zor û çetin be.
Lê ev barê giran saziya çand û hunera Rojavayê Kurdistan avêt ser milên xwe  û di çilrojiya strêkeke geş  ji stêrikên helbesta kurdî de komî serhevkir di bernameyeke bîranîna Yusivê Berazî Bêbûhar de pêşkêşkir.

Bernameyeke birêk û pêk ku hêjayî ji bo pênûseke netebitî li hember êrîşên neyarên çand û hunera gelê kurd hatibû amedekirin.

S:Ç.H.R.K  roja 01.03.2009 an li Elmanya bajarê Hanover  Burgerhaus Sechbruch str 20 30629 Hanover- Misburg çilrojiya seydayê nemir Bêbuhar çêkir, gelek hunermend, wêjevan, siyasetmedar û hizkiryên Bêbuhar tevlî bûn.
Komîta amedekar bernameyek birêk û pêk ji bo bîranîna seydayê bêbûhar anmede kiribû.
Bernameyê bi Xulek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan destpêkir

Serokê saziya çand û hunera Rojavayê Kurdistan bi rêz Zubêr Salih bi xêrhatina mêvanan kir  û axaftineke kurt li ser helbestvanê nemir Yusivê Berazî ( Bêbûhar )kir.

Birêz Zubêr Salih qala pêwistiya xwedî derketina li hunermend û wêjevanên Kurd hîn ku ew di jiyanê dene kir û got saziya çand û hunera Rojavayê Kurdistan  di gulana par de festîvala strana rojava li darxist di bin navê Bêbuhar de û me xwest ger carek be jî rûyê vî helbestvanê hêja bi ken şabikin.

Seydayê bêbuhar pir kêfxweşbû gava me ev festîval binavê wî li darxist û ew bi telefûnê tevlî bernamê kir.

Li ser Kurte jiyana Bêbuhar şanogerê Kurd birêz Kawa Şêxê axifî  û qala tekoşîn û jiyana vî helbestvanê wêrek kir ji çêbûna wî û heya mirina wî  û berhemên wî  yên hatine çapkirin kir.

Gelk axaftin û peyam hatin gotin û xwendin:

Tengezarê marînî, Newaf Mîro û Kawa şêxê  her yekî helbestek xwendin

Emîn  Bavê Ronî, Yasir,  heryekî axaftineke kurt di vê munasebetê de kirin.

Li ser navê Partiya yekîtiya Kurd li Surî  rêkxistina Almanya  birêz Ahmed Mustafa

Ferhat Ehmê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistan

Komisyona çand û herê a Hanover Hunermend Zerdeşt

PDK

Dezgeha Sema Kurd Arif Remezan

Komela Mala Gel a Hanover
Partiya Yekitiya Dimuqrat PYD  birêz Sîpan
Birûskname ji Encûmana Ezîdiyan li Almanya ( EZiD ) Loqman Barş

Birûskname ji FKÊ Federasyona Êzîdiyan  li Almanya  Cercûr Cemîl

Li ser navê Xelkê Serêkaniyê birêz  Bavê Welat
Nivîseke kurt hatibû amedekirin ji hêla Arşevê Oskan ve  Xebat Şakir ew nivîs xwend

Mirin aliyê dewem yê jiyanê ye. Heger jiyan tune ba dê mirin jî tune ba. Bi gotinek din, mirin encama jiyan û temenekî şewitî ye.
 Mûm dema ku dişewite, hem temen dibûhirîne hem jî, dora xwe ronî dike. Ew ronahî rûyê tariyê diqetîne û gelek tiştan ji veşartinê rizgar dike.  Temenê bi rûmet û xweşewitandî jî, heman encamê dide, li gelek aliyên jiyana tarî mikur tê û helwest û ronahiya xwe li hember tarîyê diyar dike. Dibe jî, ku ew helwest bibe destpêka jiyaneke nû a piştî mirinê. Helwesta ku nameya xwe di jiyanê de bighîne, pîroztirîn helwest e, hem di temenê jîndar de, hem jî di pêvajoya piştî temen de.
Jiyana kesên ku temenê xwe ji bo xizmeta rizgariya civaka xwe tirxan dikin, helbet dê mirov bi vemirandina mûma wan re, xwe di tariyê de his bike û valahiya şopa wan bipelîne.  Di felsefeya jiyanê de, mirin û jiyan, başî û xerabî, tarî û ronahî, şer û aşîtî hevdu temam dikin. Ku mirovên baş û xwedan rol tune bin, civatê têk biçe û heger mirovên xwedan rolên xerab (negativ) jî nebin, tê mirovên baş nas neke. Loma jî hilbijartina rolekê ji van herdu rolan, kêferata jiyanê saz dike û ji mirov û mirovatiyê re dibe neynika berdewamiyê. Ango herdu alî jî, ji bo berdewamiya dabaşa jiyanê giring û pêwist in.
Yûsivê Berazî (Bêbuhar) yek ji wan kesan bû, ku temenê xwe hemû ji bo aramî û serfiraziya civaka xwe, tirxan kiribû, loma jî îro bi hezaran mirov bi çûna wî re valahiyekê dibînin. Derfetên Berazî ên zanînê bê derî xetimî bûn, sedemên wê xetimandinê jî pir bûn. Bindestî hêza mirovan dadiwervîne û jiyana wan dixe astegiyeke bê hempa. Lê dîsa jî, ew li sînoran ranediwestiya û derî li pêşiya xwe vedikirin. Zanîn, serpêhatî, mêrxasî, mirovatî, rûmet û baweriya xwe ji vê civakê werdigirt û tim jî dûbare dikir, digot: ”Dibistana mezin jiyan û dabaşa wê ye”. Wek min ew nas dikir, ku wî serçimandin li hember dijminan nas nedikir û nikarîbû xwe wek mirovekî bindest bidîta, ne di zindanê de, ne jî li derve. Di hinavên xwe de mirovekî azad û serfiraz bû, loma jî di dema qedexekirina li ser zimanê kurdî, ez bûm şahidê dîwana Cegerxwîn a ”Kîme ez?” li ser maseya dikana wî û wî jî xwe di vî derbarî de mafdar didît.
Şopên ku Yûsivê Berazî (Bêbuhar) ji min re li dûv xwe hiştin ev bûn; mirovekî dilpak û nefis biçûk, hêsan û henekçî, cansivikiya ku hiştibûn wek mirov, dûrî keysebazî û dirûtîyê be. Mêrxasiya ku ji baweriya xwe bi doza welatê xwe hilgirtibû, hiştibû ku bi hestê xwe azad û serbest be. Civat û gelperweriya wî, hiştibû ku heftê û heft salên xwe bi yek asoyî heta mirinê berdewam bike. Mirov ev yek di mêvanperweriya wî de dipeland. Kengî em lê dibûn mêvan, bê dudilî radihişt bilûrê û xemên xwe di riya awazan re ji mirov re dihûna. Aliyên afirandina helbestê wek ”dahînan” li cem Bêbuhar hêsan û nizim bû, lê tiştên ku dinivîsîn, ji keldûmana dilê wî dihatin û bi gotinên xwe re jî pir dilsoz bû. Hêsaniya hevokên wî, dihişt ku herkes tê bighêje û bi wan re hestiyar bibe. Bi gotineke din, mirov kare bêje ku Berazî heta dawiyê kilasîk dinivîsand û karîbû bi nifşên nû re jî şevbuhêrkên helbestê saz bike û ji helbestên wan hez bike. Ev jî nîşanên dilmezinî û bawermendiya bi guherîna jiyanê bû.
Ez karim bêjim ku Bêbuhar yek ji stûnên helbesta kilasik û wêrekî bû, bi koçkirina wî re, em pir xemgîn in. Rast e, me berê jî zanîbû ku îro nemiriba dê sibê bimraya, lê di her hal de mirina kesên wek wî mirov dêşîne. Ya giringtir, divê mirov mirinê ji jiyanê re bike qurban ne berovajî, ku jiyanê ji mirinê re bike qurban.
Her wiha piştî vê kurte nivîsê xwendina peyaman berdewam kir.

Birûskname ji bavê Narîn

Hunremend Bengî Agrî du malik ji strana Bêbhar a ku hunermendê Nemir Mihemed Şêxo gotibû  pêşkêşkir.

Hunermeda dengxweş Narîn Şêxê du malik ji strana Bêbûhar pêşkêşî beşdaran kir.

Hunermed Zubêr Salih strana şêxê min a ku li ser şêx Mahşûqê Xeznewî û Strana li ser 12 avdarê gotin.
Komîta amedekar çar helbest ji dengê Bêbuhar  li gel axaftina nemir Bêbuhar amede kiribûn  û Bêbuhar di helbesta dawî de spasiyên xwe pêşkêş dike û got ez duha ji were dikim hûn jî duha ji minre bikin û xatir di xwaze hemî beşdara li ser linga rawestiyan û bi çebik zêdeyî du xuleke rawestiyayî  man.

Ev herçar helbestên bi dengê wî ji babeteke li ser paltalkê a berî du sala hatibûn girtin.

Ew jî dikare di malpera saziya çand û hunera Rojavayê Kurdistan de li ser vê lînkê were guhdarî kirin  http://www.canduhuner.com/helbest/bebuhar.html 


Xebat Şakir

01.03.2009 Hanover/Almanya


 





 








































Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1504