Rewþa Tevgera Kurdî, Siyasî û Rewþenbîrî li Sûriyê Sersala 2009
Dîrok: ÇáÃÍÏ 15 ÝÈÑÇíÑ 2009
Mijar: gotar



  Berzo Mehmûd

Kurd li Sûriyê hêzeke civakî û abûrî û civakî û rewþenbîrî drust dikê, eger bikarê bikevê bin yasa û destûrên rêkxistinî de ku ev hêz bikevê xizmeta berjewendiyên xwe bixwe de, wek milletek jiyandar, hem bikarê pêþberî metirsiyên hawîrdor rawestê, hem jî xwe pêþve bibê. Ji ber wilo jî kurdan hest bi vê yekê kirine, heke dereng jî hat, lê ev wilo çêbû, û ji seretaya nîvê duwem ya sedê bîstan dest bi avakirina rêkxistina xwe kiriye, ku ew jî avakirina partî bû da ku bikarê erk û barên netewayetî rabê, ji ber ku êl û eþîr eger di demekê de hevbendiyeke siyasî bû bo berjewendiyên êlê, lê dema rabûna netewan pêwîstî bi rêkxistinên mezin heye ku êl hemî têde beþdar bibin, ji ber ku armanc ne êlatî ye, lêbelê netewe hemî ye. 


Tevgera Kurdî çi ya partîzanî û çi ya rewþenbîrî wek em tev dibînin ku rewþeke nexweþ de dibûrê, nemaze ji aliyên darûbarên navxoyî ku gelek lawazî û hejarî û bêpirgalî bi xwe re aniye, û ne tenê wilo jî ev rewþ heçku lê xweþ hatiye, yan jî li bendî ku hin ji wan re bêjin, û ev jî bi xwe kêmaniya ji wan re, lê dîsa ne xem e, bila ev kêmanî bê, lê ya herî giring ew e ku xwe nû bikin, ku xwe ji vî warê nexweþ derbixin, û li hin çareseriyê bigerin, ji ber ku eger li çareserkirinê geriyan, wateyekê didê ku viyaneke xurt bi wan re drust bûye. Lewre ev tevger di baweriya min de pêwîstî bi hin gavine nû heye ku guhatinê bi xwe re bînin,  xwe wek kar xûna xwe nû bikê, ango ez weha dibînim ku tevgera Kurdî ya siyasî di gelek aliyan de pîr bûye, û nikarê bi erkê xwe rabê, inca ya baþ ew e ku bi kêmanî hin pirojeyên piratîkî bide ber xwe, ku ew jî di çarçêweya destnîþankirina hejarîbûn û xurtîbûna kurdan di kû de ye, û em dikarin çi bikin û li ser çi bingehê kar bikin ku em gavên xwe yên tiyorî di piratîkê peyrew bikin. Yek ji xalên hejarîyê yên xuya ew jî fikirê þabaþiyê û di nav herdû tevgerên   wan dever û sînorên lawaz û  wek wediv ê sala

Pirojeyên partîzanî
Danîna pilanekê bo bihêzkirina tevgera Kurdî di riya yekîtiya hêzên hawbîr de ku kêmkirina piraniya jimareyên partiyên kurdî yekemîn gav tê di vî warê han de. Ev xebat û têkoþîna han di stuwê hemî rewþenbîr û siyasetmedar û her kesên kurdperwer e ye,

Yekîtiya hêz û rêkxistinên kurd çi biçûk û çi mezin li ser binemayeke zanistî ku tikes jê ne-êþê, û bi awakî ku girûpên biçûk ku îro navê partiyan li wa ye tevlî partiyên mezin bibin, lê bi awakî ku ev gav xurtbûnekê ji vê piroseyê re bênê, ango herdû alî pê xurt bibin, ne kû li ser bingeha yek yekî bixwê, lêbelê yek yekî hilgirê, û ne dûr e di vî barî de ew girûpa biçûk girûpa mezin hilgirê, her ev jî li ser çilonayetiya endaman radiwestê, nekû li ser çendayetiya endaman. Ya dîtir jî drustbûna lijnekê ji kesên pispor bo danîna pirojeyekî tekûz derbarê vî barê han yek ji gavên herî giring e di pêþdebirina kar de ku bixebitê li ser çend xalên giring:
1. bercestekirina nexweþî û astengî û kelem û kêmasiyan di tevgera partêzania kurdî de.
2.  danîna çareseriyeke zanistî wek çarename bête amadekirin û nivîsîn û belavkirin ku rewþenbîe û partisan hemi jî li ser rawestin, û vî pirojeyî pêþbixin.
3.  danîna pirojeyekî bo geþekirina jiyana partîzanî û jiyana rewþenbîrî ku bikevê bin xizmeta berjewendiyên civaka kurdî de çi di aliyê siyasî û rewþenbîrî û abûrî û hunerî û gelek astên dîtir 

Rewþa rewþenbîran
Rewþenbîrên kurd wek têne xuyakirin ew kesên ku bi warê nivîsîn û rageyandin û xwendina bilind ve pabend in. Nivîskarên kurd jî girûpek ji van rewþenbîran têne jimartin, lê ne merc e ku her nivîserek yan her nivîskarek rewþenbîr be. Rewþenbîrî tiþtek e û nivîsîn û nivîskarî tiþtekî dîtir e bi ser ku pêwendiyên wan (ango rewþenbîr û nivîskar) bi hev re di deverina de hene, lê dîsa nabê mecekî bingehîn ji ber ku mirov heye xwe hînî nivîsîn û pîþeyekî bibê û têde pispor bibê, lê ev mirov diz be, yan bêsinc û bêedeb û xirab be. Di baweriya min de wek van kesan hîç pêwendî bi rewþenbîriyê ve nine. Lêbelê, mixabin di nav xelkê de jêre rewþenbîr tê gotin û wek rewþenbîr tê pêþewazîkirin û rêzgirtin.  

Nivîskarên kurd, her ew jî di wê rewþa xirab de ne, ku siyasî û partîzan têde derbas dibin, ew jî eger ne xirabtir in, ne baþtir in. Rewþa wan ango ya nivîskar û nivîskar, ya rewþenbîr û rewþenbîr, eger em bi awakî giþtî bêjin, di pêwendiyên jevdûrketin, û dubendî, û bêrêzî, û þabaþîya girûpan, dijminatiya hevdû yek ji sîmatên diyar in di pêwendiyên nivîskarên kurd de li Sûriyê.
Hin nivîskar bûne þabaþvan li nik partiyekê, lîstik û vêlikan digerênê dijî filankes û bêhvankes ji nivîskaran, dema ku rayek, yan ramanek ne li gor kêfa wî be, yan hinekî bilindiya wî nizim dikê. 

Ez vê yekê dibêjim di wextê ku em hemî berpirs in, herçende hin kes hene ji yên dîtir pirtir di nav xirabî û nelihevî û dijayetî û dijminayetî de noq bûne û xwe têde noq dikin. Ya dîtir jî hin nivîskar ew hestê netewayetî li nik wan nîne, tenê xemxwarê navê xwe ne, tenê zikreþî û xirabiyê û parçebûnê belav dikin. Gelo wê rojek werê yan salek werê ku em bêjin: Of yan! Vaye rewþa me îro yan îsal baþ bûye, em êdî dikarin hez hev bikin, em li hev bin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1474