Dilyar Dêrikî
Berhîm ê min
çiqas dayikek kurd ,koça dawiyê dik, ango dibistanek kurdî
ya tekûþeriyê hezkirinê û Sergermiya azad,
di giyanê me de di herifê,
Nexweþtirîn hest li cem mirov hestê bêcariyê ye ,
em bêcarene li ber mirina çav kûr
Em xaçkiriyê sînor û pasport û xewnên baskokirinê,
ser kenarên þevên sar û dûriyê
Em xwe ji xwe talan dikin , em xwe ji xwe azad dikin ,
Û derbesta tirsa xwe li ber çavên dem û xeman vedikin ,
Û li bendî wan çavên dimîn in yên li bendî me di man
caxê ku dîwarê zindanê
Em dûrî dergûþ û destbendan dikrin .
Û hêlma xwêdana temenê me dûrî hembeza wan dikr
Berhîm ê min
Ne demê demê meye û ne welat mokur li êþa giyanê me hatiyê
Navên me bi xîzên sor nîþan kiriye
Ramanên me bi polîsên desthelatiyan dorpêçkirinê
Û þevên me di paxila bîranînan de di nalin
Û rondekên me avagirên ser demên bajar û taxên me ,
Taxên me yên tên xemlandin bi pistpista azadiyê, di êvarên
Qamîþlokan de