Ji bo TEVKURDê 5 doz û lêpirsînek; rexneyeke dostane…
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 13 İÈÑÇíÑ 2009
Mijar: Nûçe



 Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Xebata  TEVKURDê di 4-ê Îlona 2005-an de dest pê kir. Di destpêkê de Gruba Xebatê ya Demokratîk û Neteweyî ya Kurd, encama civîneke giştî li Enqereyê ava bû û pişt re jî di Kongreya 1-emîn ya Asayî de TEVKURD ava bû.
Ji bona xebatên TEVKURDê 5 doz vebûn û lêpirsînek jî dom dike. Ji van dozan, 4 doz û lêpirsînek di derheqê min de ne.


Doza 1-emîn: Ji bona axevtina Min, A. Melîk Firatî, Fuad Onenî, Sînan Çiftyurekî di Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê de vebû û di Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya Enqereyê de domand. Vê dozê tirkî domand. Lewra axevtina min ya di civîna giştî de jî bi tirkî bû.
Di vê dozê de parêznameyên gelek naverok dagirtî û neteweyî hatin pêşkêş kirin; li dadgehê bi hakîman re niqaşeyên gelek hişk û ilmî hatin meşandin. Di encamê de ev doza ji holê rabû û bi beraatê dawî hat.
Doza 2-emîn: Ji bona Konferansa Kerkûkê di derheqê Sebahaddîn Korkmazî de  vebû. Ev doza bi beraatê encam bû. Di vê dozê de jî parêznameyeke gelek hêja û naverokdagirtî bi qerekterake neteweyî hat pêşkêş kirin.
Doz bi bearatê encam bû.
Doza 3-emîn: Di derheqê Min, Fuad Onenî, Eyyûp Karageçîyî, Nadîr Yektaşî, Arif Sevînçî, Mehmet Kemal Oguzluyî de di Dadgeha Asliyeyê ya Ruhayê de vebû. Ev doza dom dike.
Ez (kurmancî) û Nadîr Yektaşî (dimilî) dozê bi kurdî dimeşînin. Di vê dozê de parêznemeyên gelek girîng û naverok dagirtî pêşkêşî dadgehê bûn.
 
Doza 4-emîn: Ji bona protestoya TEVKURDê di derheqa erîş û operasyona Komara Tirkiyeyê li Başurê Kurdistanê de, ji bona min li Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya 8-emîn a Diyarbekirê vebû. Ev doza dom dike. Doz bi kurdî dom dike. Duho (10. 02. 2009) dirûşmeya wê pêk hat. 
Dema lêpirsînê, Min parêznameya xwe bi kurdî pêşkêş kiribû. Ev parêznameya min nehatibû wergerandin ji bo tirkî û lê dîsa jî di derheqê min de doz vebibû. Min ji dadgehê daxwaz kir, ku ev doznameya min bê wergerandin. Dadgehê ev pejirand.
Ji bona ku werger nehatibû gazîkirin, min nikarî parêznameya xwe ya bi kurdî pêşkêşî dadgehê bikim. Ji bona vê min û parêzerê min Birêz Sebahaddîn KORKMAZî me wergêrê kurdî daxwaz kir. Dadgehê di derheqê wergêr de biryar da. Ji bona vê diruşme paşve hat avêtin.
Doza 5-emîn: Ji bona Xebata TEVKURDê ya, ku bi Komeleya Ehmedê Xanî, Demokratên Şoreşger/CIWAN KURD, Weşana Ray û bi Şexsiyetên kurd re di derheqê Tevgera Kurdistanê ya 1925-an de hatibû meşandin de, di derheqê Min de hatiye vekirin. Ev doza dom dike û dê di rojên nêzik de dirûşmeya wê dozê pêk bê. Min, di merhelaya lêpirsînê de xwest, ku bi kurdî û nivîskî parêznameya xwe pêşkêşî dozger bikim. Dozger li dijî ev daxwaza min derket û li dijî mafên min yê neteweyî biryar da. Ji bona vê yekê min ji dozger re tu reyên xwe diyar nekir. Lê dîsa jî di derheqê min de doz vebû.
Ezê di dadgehê de jî helwesta xwe ya kurdî û kurdistanî bidomînim.
Lêpirsîn: Ji bona Kongreya Asayî ya 3-emîn ya TEVKURDê di derheqê min û Berdevikê TEVKURDê parêzer Sebahaddîn KORKMAZî de lêpirsînê dest pê kiriye û hîn doz venebûye. Di lêpirsînê de min bi kurdî û Sebahaddîn KORKMAZî bi tirkî bîrûreyên xwe pêşkêşî dadgehê kir.     
             *****
Hem di pêvajoya Gruba Xebatê de û hem jî di pêvajoya TEVKURDê de biryar hat girtin ku dozên TEVKURDê û Gruba Xebatê bi xurtî bên şopandin û li dadgehê helwestên xurt bên nîşan dan û bi kurdî parêzname bên pêşkêş kirin. Dozên TEVKURDê ji reya giştî ya kurd re bê diyar kirin û çapemenî bi firehî bê agahdar kirin.
Ji bona doza Konferansa Kerkûkê û doza TEVKURDê ya li Ruhayê: Beriya ku dest pê bikin û beriya her diruşmeyekê, reya giştî û endamên TEVKURDê û parêzerên dozan bi nivîskî hatin agahdar kirin û roja diruşmeyan çapemenî hat gazîkirin. Bi xurtî ev dozan hatin şopandin. Endamên TEVKURDê beşdarî dirûşmeyên TEVKURDê bûn.
Wê demê ji bona ku ez sekereterê TEVKURDê bûm, zêdetir ev kar ji aliyê min de dihat meşandin.
Hezar mixabin di doza min ya dawî de û yên dom dikin de berpirsên TEVKURDê eleqeyek nîşan nadin. Agahdariyên wan ji van dozan jî tune ye. Beriya dirûşmeyê reya giştî, çapemenî, endamên TEVKURDê qet nehatin agahdar kirin. Dirûşme ji aliyê tu endemekî TEVKURDê de jî nehat şopandin.
Birêz Sebahaddîn KORKMAZî wek parêzer wek her demê di diruşmeya dawî ya doza TEVKURDê de jî li cem min bû. Ew her demê di vê pirsê de kesekî fedekar û piştgir e.  Hebûna wî ez li ser navê TEVKURDê nahesibînim. Ji wî re, ji dil û can sipas dikim.
Ev yeka ji bona berpirsên TEVKURDê rexneyeke dostan e û biçûk e. Ez hêvîdar im ku berpirsên TEVKURDê ji ev rexneya min a dostane, dê ders derxin û berpirsiyariya xwe bînin cî.

Amed, 11. 02. 2009






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1467