Qahîra konfransekî li ser pirsa kurdî li Sûrya Himbêz dike
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 28 íäÇíÑ 2009
Mijar: Nûçe



 Di rojên 23 û 24 /1/2009 an de konfransek li ser pirsa kurdî li Sûrya li dar ket. Instîtûta ASPEN li Berlîn hemî partiyên Hevbendiya Dêmokrat a Kurdî li Sûrya, Eniya dêmokrat a Kurdî li Sûrya û Komîta Kordînasyonê ya kurdî (licna tensîqê) , vexwendî vê konfransê kiribûn..Ji wan nûnerê heft partiyan amade bûn. Herweha komek ji çavdêrên biyanî yên pispor di pirsa Kurdî de jî amade bûn.
 Di roja yekê de li ser program, xwestin û armancên partiyan û xalên hevbeþ û cudabûnên di nav van programan de, axavtin hate kirin û paþê li ser rewþa civakî û aborî jî guftûgo çê bû, bi taybetî pirsa jinê û xortan û rewþa wanî îroyîn û xwestinên wan û girîngiya van pirsan di program û xebata partiyan de.


 Di dewama civînê de li ser têkiliyên tevgra kurdî bi rikberiya siyasî sûrî re axaftin bû, û li ser pirsa girêdana çareseriya pirsa kurdî li sûrya bi dêmokrasiyê ve û ta çi radeyê Kurd dikarin azad bin di danûstandinên xwe de (çi bi rikberiya siyasî re û çi bi rêjîmê re), axaftin bû.

 Roja din dewamkirina wan mijarên li jor bû û paþê giranî hat li ser stratîciyên ko tevgera Kurd ji xwe re danîne yan wê di pêþerojê çi stratîciyên nû ji xwe re deyne, danûstandinek fereh bû..Di beþê dî de li ser faktorê derve û rol û piþtgîriya dezgehên navnetewî û bi taybetî yên ko bi pirsa mafê mirovan mijûl dibin, birek ji bîr û baweriyan hatne guftûgokirin..
 Di dawiyê de partiyên beþdar daxuyaneyek hevbeþ belav kirin tê de xwestinên rewa yê miletê kurd destnîþan kirin û yekîtiya tevgera kurdî weke alavê herî girîng ji bo pêkanîna van xwestinan hate diyarkirin.

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1450