Gelo ez çawa bersiva Birahîm Guclu bidim?
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 28 íäÇíÑ 2009
Mijar: gotar



Ezzedin Zaxurani  

Ji berê ve de dibêjin gelê kurd  mêrin lê hinek ji wan hene , ku aqilê wan di ser kumê wan re ne. Ji ber vê yekê jî gelek caran bê hişên xwe dikevin xefka dijminan,yan jî dikevin alîkariya dijminan, gelo çima wisa zû bi zû ling ji ber kesên wisa diçin?. Weke birêz Birahîm Guclu ku di malpera welatê me de, gotarek nivîsandî ye û min jî çend caran ew gotara wî xwend,ku Birahîm  di ser wê pira dûrî rê re derbasdibe,û bê hişê xwe di meşe û êrîşî partiya karkerê kurdistanê dike, û êrîşa wî jî ji ya temamê yekîtiya dijminan li ser kurd û kurdistanê dijwartir e,û rexnên ku ew li Pkk ê dike ew jî weke nîv êrîşê ne, ji lewra jî gotinên wî li dewsa hev nakevin, û wisa pêde diçe.


1 Bi rêz Brahîm tu dibêjî:  ”Divê  PKKe dev ji helwestê xwe berde,û zirtên (thdîdên) PKKe mirovên dozê natirsînin”. Pirsa min ji te re ka bêje ew mirovên dozê kîne ku wan astengî gihandibine dijminan?
2---Dîsa  tu dibêjî ” PKKe şerê xwe hemberî rêxistin û hêzên kurdperwer dikin, û serokê gelek rêxistinan û yên doza kurdistanê dikirin,û serokê eşîran kuştin yên başûr û rojava. Pirs ”Eger tû ne şaş dibêjî ,ka navên wan serokên rêxstinên ku hatine kûştin ji gelê kurd re bide xuyakirin, û karê wan yên Kurdistanî jî ku berberî neyaran, dane meşandin wan jî bi gelê kurd  bide zanîn?
3---Tû li vir jî  dibêjî ”PKK bi navtêdana Îran, Iraqê û Sûriyê bi hezaran pêşmerge dane kuştin”. Pirs ”Gelo çima te dabaşa sê dewletan li dardixîne, ji xeynî dewleta Tirkan, ez dixwazim vê zanibim? Eger ev gotina te rast bana, serokê wan pêşmergên ku hatine kuştin ,bi navtêdana wan hersê dewletan , tabî li gorî tu iddiaya te, birêz Mesûd Barezanî, dê li dij vê yekê derketa. Ew behsa tiştekî wilo nake , tu çima vê vê dabaşê tev didî?
4- Tû dibêjî  ”Cemîl Bayik zirta  an (tehdîda) li wan mirovan dike, ewên di TRTe 6 de kardikin, û yê wisa jî kuştin”, û ez vê yek jî bahwernakim.  Eger wan mirovên wisa bi kuştana ez di bêm yên berî wan hebûn, hima yek jê ew karin xaniyan bi ser Qurociyan de bihêrivînin.
5-  Tû dibêjî  "Ez baş dizanim Apo xwe kurd nizanî bû  û dijî kurdan kardikir". Ev jî ne wek tu dibêjî, pirsa min ji te : Eger APO dijî kurdan karbikra çima wê diber kurdan de bihata  girtin? Berî rabûna wî û hevalên wî yên destpêkê bi vê tevgera çekdarî ketibû zindanê, û dema  ji zindanê hate berdan , ji bo doza kurdan û walatê xwe bi çol û çiyan ket, û doza kurdan weke şêran meşand. Lê belê dijî kurdan kar ne kir, û ew gotina te ku min dinav dû kevanan de nivîsand ew ne pirr zelale.
Digel 6- Tu pesnê xwe didî û dibêje di salên 60 yande ”Em rêxistina kurd DDKO pirsiyar bûn. Gelo ji wêçaxê ta niha ka li firêza xwe binern, te û hevalên xwe we çi kir?. Gelo hûn karin du sê gêrîlan derxin serê çiyan? Gelo hûn karin du sê serhildanan li temamê Kurdistanê û Tirkîye çêbikin? Lê belê hûn tenê li dengê xwe digeriyan, ji ber ku ez Mele Mustefa yê Hesenkêfî û Derwêşê sado bi Seîd Elçî re alîkarbûn, diwê demê de em dinav tevgera Kurdistanê de bûn. Bibûre ev tiştê ku tû dibêje li dewsa hev nakeve, lê çi tiştên ku li ser kurd bête gotin divê ku mirov rast bibêje, PKKe doza gelê kurd hêhêdî bi pêş de dibe.
7- Tu dibêjî  ”Ez gelek eşkere diyar dikim, ku ez xebatkarê doza kurd û Kurdistanê me,û ez ji zirtan an ji (tehdîdê)PKKe natirsim. Pirs :”Birahîm hima tu dabaşa tehdîdan li ser xwe bikar tînî ,û TRTê 6 û  Beşikçî jî ji xwere dikî pişt û qewet. Ez bahwer nakim ku yekî weke Cemîl Bayik zirta an (tehdîdan) li yekî weke te bike. Dibe ku hinekan ji berxwe ve gelaciyek ji tere kiribin, û van tiştên wisa nexe serê xwe.Ya rast ev e ku  tû weke mêran wê gotara xwe bi paş ve bikşînî,  ew ji te re dibe mêranî, û ji bo kurdperwerî yê nabe kêmanî ,û rastî di nava gelê kurd de cihê xwe digire,û tu ne dijminê gelê xwe yî.
8-Tu dibêjî kesên ku rexne li APO kirine ew kuştin. Ev jî  ne wisa ye ji ber ku bi hezaran kurdên xwefiroş hene, ku rexna li APO û li hêzên parastina gel dikin,û dostên wan jî hene ku rexnan li wan dikin. Ka bêje kî binavê rexnan hatine kuştin? Ew kesên ku ji tere gotine, ew bi xwe ajanê dewleta tirka ne.
9- Tu dibêjî ew kesên ku ji ber PKKê reviyan e bi dehan pirtûk nivîsandine. Na guh nede wana, dibe  ew kesên tû dibêje ji berê de ew ajanê dijminan bin dinav PKKê de bûn.Ji ber ku yên bê mejî dinav me kurdan de bi sedan hene, erê Deveh jî gewdê wî gelek mezine û qirika wî jî gelekî dirêj e û çîmên wî jî gelekî dirêjin, lê belê ew baş ehmeq e.
Pirsa min ji te, û ji wan mirovên ku fikra wan jî weke te be,destên xwe deynin ser wujdanên xwe, ji çaxa Bedirxaniyan û vir de ewqas serhildanên ku di Kurdistanê de çêbûne, ka bêjin kîjan serhildan 25 salan xwe li ber şerê dijminan girtin e? Ka xweş li serpêhatiya kurdistanê binerin.
Ka dîsa destên xwe deynin ser wujdanê xwe, kengî bengehê wisa xurt dinav me kurdan de ava bûye? Ku dijmin dikn û nakin di van 25 salan de,nikarin vî bengehê asê û hişk bişkînin. Dîsa destên xwe deynin ser bextên xwe, kê ji me karîbûn ku em hêzekê ji herçar perçên Kurdistanê ava bikin,û leşkerekî ji keç û xortan bi karbînin û yekîtiya wan keç û xoran li serê çiya yê Kurdistanê, pêşberê neyaran bi kar bînin?. Ji ber vî bengehê asê jî dijminekî bi tena xwe, nikarîbû PKKê têk bibe û ji rexê dîtir ve  dîtin Kurdistana fedral hate meydanê,ew dijminên ku digotin em nahêlin Kurdistanek li ser heyvê bête avakirin, hew dîtin ku bêhtir astengî li ser wan çêbûn. Ji lewma dewleta Tirkan bi aqilî tev digere, digel ku Ereb û Firs jî alîkariya wan dikin dîsa nebes e,xwe gihandin serok wezîrên îraqê û destûra şerê balefiran ji malikî xwestin. Digel ku Malikî ji wan re erê kir dîsa nebesî wa bû, ji ber vê yekê jî xwe gihand Hoşyar Zêbarî, da perçebûnekê nûh di nav kurdan de peyda bikin, ku bengehê wê di dilê Kurdistana fedralde be.
Birêz Birahîm Guclu ez li firêza te geriyam ku te di malpera welatname de jî pişt-gêriya TRTe 6 kirî ye, û te nikilin weke yên teyran avêtine PKKe. Erê pêşiyê me kurdan wiha gotine ” Xwedyê  mirîyan korin”, ma qey gelê kurd nizanin ku ev TRT ê 6 xefka dijmina ya 4 çar diran e? .Eger  ev ne fen e çi ben e? Eger tirkên kurdkuj rast dibêjin bera raste rasta mafê gelê kurd ziman û çanda wan eşkere bikin. Gerek gelê kurd xweş zanibin, ku ”Şêwir û tedbîra çûkan li ser garisê mema ye”, û herwekî şêwir û tedbîra dijminan jî, ne li ser PKKê bi tenê ye li ser temamê kurd û Kurdistanê ye.

Ji ber vê yekê jî çaxa ku tê li ser dabaşa kurdan, temamê partiyên dewleta tirkan li ser pirsgirêka kurdan dibin yek, û herwiha temamê neyaran jî li ser pirsgirêka kurdan,tevlî dewletên hevalbendên xwe li ser gelê kurd dibin yek, pirsa paşî gelo çima em jî yekîtiyekê dinav xwe de avanakin da ku em têk neçin û em pêşberî neyaran bi ser kevin?.  Hê jî firseta konfiransekî ji me kurdan re heye,berî ku ew dijminên kurdkuj berî me here dam,divê ku em zanibin tedbîra neyaran vê carê li ser pirsgirêkan bivê(xeter) ye.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1449