(Rêveçûna deh hezaran) - Ji Anavasîs a Zênofon ê Athênî -
Dîrok: ÇáÎãíÓ 10 ÃÛÓØÓ 2006
Mijar: Dîrok



Cankurd

III
Rêveçûna bi guman
Leşkerê Girîkî û Ariyawûs di çadirgehekê de 20 rojan çavrêya Sapran ê farsî kirin.Di wê navê de merivin ji malbata Ariyawûs hatin serlêdana wî, û ji wî re soza şah Erdeşîr anîn, ku ew ziyanê bi hinde kesên piştvaniya Koroş kirîne, nake. Paş wê serlêdanê, êdî dilgermiya peyrewên Ariyawûs bi ser Girîkan de kêmtir bû û dilê Girîkan jî ji wî sar bû. Hinde şervan çûn ba Klîrgos û gotinê: 



Tu çavrêya çi dikî? Ma ji te re hîn diyar nebûye, ku şah dixwaze me biherifîne bo çavtirsandina Girîkên dî bike, ewên ku dibe li hember wî wek me derkevin an serîhildin? Ew dixwaze çavên me li rê bimînin, ji ber ku leşkerê wî ji ser hev çûye. Lê gava ew hêzên xwe bîne ser hev, wê bê dudilî hêriş ser me bike, dibe jî ew xendekan niha dikole an jî kelehan avadike, bo rê li me bigire. Ew heznake, em vegerin Yûnanistanê û li wir hewaldin, çawa me leşkerê şah li ber dergahên qesra wî dan ber xwe û me ew berî vegera xwe ya welêt ji xwe re kir qeşmerok.“

Klîrgos bersiv da wan, got:
„- Ez jî wilo dibînim, lê gava me ji vir koş kir, em ji agirbestê derdikevin û ev çûyîn wek îlankirina cengê ye, û wê xelk zexîrê nefiroşe me, wê kes rêya vegerê şanî me nede, û wê Ariyawûs ji me cihê bibe. Wilo wê dost ji me re nemînin û hevpeymanên me wê ji me re bibin neyar. Ez nizanim, ka emê di robar û çemin dî re derbas bibin an ne, lê ez dizanim, ku derbasbûna di çemê Firat re bê lêrasthatina berxwedana neyarekî wê nebe. Pişthespên suwarên me kêm in, lê yên neyarê me pir bi hêzin, eger em di şergehê de bi serkevin, emê nikaribin şerkerên neyarê xwe tevan bikujin, lê gava em bi binkevin, emê hîç ji destê mirinê dernekevin.“

Sapran li gel leşkerê xwe vegeriya, û da diyarkirin, ku ewê biçe wîlayeta xwe. Arontas jî li gel hêzên xwe û jina xwe, ku dota „qîza“ şah bû, hat. Rêveçûna vegera Girîkan ber bi welêt ve dest pêkir. Ariyawûs, leşkerê  herêmî yê Koroşê kuştî, leşkerê Sapran û Arontas jî bi wan re.

Girîkan bi çavêd gumanê li wan Farsan dinêriyan û rêberin taybet ji xwe re bo şanîkirina rê bi kar anîn û nêzîka 3 mîlan ji Farsan ve her dûr diçûn. Her aliyekî yê dî wek neyarekî diçavand. Carina gava kayê hesp û dewarên wan an hêzing dihatin civandin, di nav Farsan û Girîkan da pevçûnên biçûk ên xwînî çêdibûn.
 

 Imperatoriya Mîdî (bi rengê zer)

Paş rêveçûna 3 rojan, tev gihan „Dîwarê Mîdiya“ û têre derbas bûn. Dîwar ji qermîtê sotandî bû, yê bi zivtê bi hev de hatibû zemirandin. Qalingiya dîwarî 20 gav bûn û bilindiya wî 100 pê, û dibêjin, ku ew 60 mîlan dirêj bû. Ew dîwar ji Babil ve pir nêzîk bû.

Padişahekî Mîdî

Du roj dî ji reveçûnê derbas bûn, di wan de 24 mîl û 2 kenalên avê li paş xwe hêştin. Kenalek li nêzîka pireyek baş cîgirtî bû, û ya dî li ber pireyekê, ku li ser 37 kelekên bi ser avê ketibûn, hatibû girêdan. Ava herdu kenalan ji çemê Tîgra „Dîcle“ dihat û herdu tejtejî bûbûn. Hinde coyên avê ber bi gundên deştê ve dihêwirîn.

Paşê gihan Dîclê, û dûrî mîl  nîvekê ji çem ve, bajarekî mezin ê bi gelek rûniştvanan şên bûbû, bi navê Sîtas, hebû. Girîkan li ber baxekî çeleng ê bi curecur dar, li nêzîka bajêr çadirgeha xwe vegirtin, hema hêzên Farsan ên herêmî di çem re derbas bûn û ji ber çavên Girîkan winda bûn. Gumana Girîkan hîn bêtir bû.

Proksînos û Zênofon derketi bûn ji bo gerê li pêşiya çekdanekê. Mêrek derket û ji pawanan pirsa Proksînos û Klîrgos kir, û gava Proksînos xwe bi wî da nasîn, got:
„-Ariyawûs û Artozos min şandine, ji bo ku we li ser hêrişa herêmî ya di bin basikê şevê de çêbibe, agahdar bikim. Ewana ji we dixwazin, ku hûn pireya li ser Dîclê baş bipên, ji ber ku Sapran bizava xwe dike, wê hilweşîne, bi mebesta rêya derbasbûna we di ser çemê Dîclê re bibirre, da we di navbera çem û kenalên avê de bidamîne.“

Tevî gumana Proksînos û Zênofon li ser gotinên wî mêrê biyanî, rabûn bi şev pawan li ser pireyê û li ber lingêd wê belav kirin. Bi berbangê re Girîk di ser pireyê re derbas bûn û di 4 rojan de 60 mîl dî ji rêya vegerê li paş xwe hêştin. 

Girîk gihan çemê Vîskosê, ku 100 pê pan bû, û pireyek li ser bû. Li nêzîka wî çemî bajarekî mezin ê bi navê „Opis“ hebû. Li ber wî bajêrî, birayekî şah Erdeşîr û Koroşê kuştî, ku ne ji dayika wan bû, leşkerekî mezin ê ji SosanZozan“ û EkbatanaHemdan- paytextê Mediya“ bo piştvaniya şah civandibû ser hev û rêberiya leşkerê bi xwe dikir. Gava Girîkan di ber leşkerê wî re derbas bûn, ew rawestiya û çavdêriya Girîkan kir, ka çi dikin û ku ve diçin. Klîrgosê girîkî leşkerê xwe bi pêş ve ajot û ji nişka ve di cî rawestand. Gava pêşengiya leşkerê rawesta, teviya leşkerê jî rawesta. Ji ber vê yekê Girîkan guman kir, ku leşkerê wan pir mezin e û bala Farsan kişand ser xwe. Fars weku çavmayî bûn ji dîdara leşkerê girîkî yê, ku li ber xwe dîtine.

Paş rêveçûna 90 mîlan bi bakur ve, di nav welatê Mediyan re, gihan gundên, ku ji dêrîna Perîzadê bûn, dayika şah Erdeşîr û birayê wî yê kuştî Koroş.

Sapran rê da Girîkan, ku her tiştekî ewan jê hezdikin, ji bilî koleyan, ji xwe re ji wan gundan bibin. Li wir pir genim û pez û tiştên giranbiha hebûn, Girîkan tev rakirin, birin.

Pişt re rêveçûna 4 rojan di çolê re dest pêkir. Tê de 60 mîl li paş xwe hêştin û çemê Dîclê hîngê li aliyê wan ê çepê bû. Di roja yekê de bajarekî mezin û şênkirî, ku bi navê Kînî li aliyê dî yê Dîclê bû. Xelkê bajêr ji Girîkan re nan bi kelekên, ku li ser meşkên çermî yên bi bayê dagirtî bûn, anîn û dan wan.

Berma heye…..

Sapran ê bê sozê   
**********************






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=140