NAVENDIYA NIJADPERISTÎ
Dîrok: ÇáÓÈÊ 20 ÏíÓãÈÑ 2008
Mijar: gotar



Melevan Resûl

(nijadên nijadperist ):
Ev ramanê di hiþê beþek ji mirovan di civakek xweza de bi tundî cihgirtî , bi vî awayê em li pêþber çavên xwe dibînin , bi temenê xwe ne xwedan temenê dûr û dirêjin , ew jî li gor xwendina civaknasê Ermrîkî (w.g.summer) hatiye binavkirin , di destpêka çerxê bistan wî ev nav (navendiya nijadperisti) bi karanî , ango ev komelgeyên bi vî ramanî bawer , xwe wekî navenda hemî bizav û çalakiyan dibînin , awirên wan jî li hember kesên ji vî ramanî nenoþin yan li ser komelgeyê neyên  jimarê , bi çavekî nizim û ketî li wan temaþa dikin .


Baweryên van xwedan helwestên seyr ji xwe gelekî bi ewlene û bi xwe bawerin , ango hemî alavên rêveber û jiyanê di nava xwe de pêkhatî dibînin , ji lew hemî tiþtên xwe ji derdorên bi hîkarî vediqetînin û ji xwere li cîgiran digerin heta ku vala jî bin , lê da ku poz bilind û maqûl bimînin di wî ramanî de kûr dibin , bi qurebûn xwe nîþan didin ku ew xwedan û navenda hemî raman û têgihiþtinanin , mînakê vî helwestî gelek hene wekî çawa ji xwere yezdanekî ne wekî yê derdoran diafirînin , yasayên baþqe bi kartînin û dawî bersiva feremirovan didin : (kumbira bi serê meve ne li serê kesî ye )!.
Di vê derbarê de Klod Lîvî Þtrawis derbirînên xwe dibêje û diyar dike ku ev komelgeyên bi vî ramanî mijûl dibin û çandên hemereng wekî diyardeyek xweza nabînin ? ew civakin seretayî û çalepkin , ji ber ku ziman, hiþmendî û têgihiþtin di çarçiva sînorên cografiya xwede dibînin û navê nijadî (ethnonyme) wekî sembolek serkeftî dibînin .
Lê heger em berê xwe bidin naskirinek din di mêjoya rêveçûna civakan de , wê ( civakên dîrokî )  yên sembolîk werin pêþber çavên me nexasma di uropa de , ew jî bawerya di çarçiva çanda ( Romanî û Yonanî ) de teng dimîne , li gor baweriya wan ewe ku kesên di bingiha ramanê xwede van herdu jêderên çandî (Romanî û Yonanî) li pêþ nebîne ? ew bi navê (Berber ) yan hovekar hatine navkirin , yekek ji neyînên wê ewe ku bi tundî li hember hemî ramanan derdikeve û lêborîna mirovane di wan de nîne heme her bi tepeserkirinê xwe nav dide, ya din jî ew lêborîna çandî , siyasî , olî li rex wan peyde nabe .
Ev hemî dibin beþek ji rêveçûna hiþ û ramanê mirovan , bi kêm kasiyên xwe ve helbete rûyê din yê erênî jî di wê bweriyê de dimîne mîna lêgerîn û peydakirina cîgiran û afrandina rê û rêbazên din da mora xwe li wî ramanî bixîne û civakê di bin yasayên çîna serdest re derbas bike , ango hûrikên vekolîn û lêgerînê bi kontrol di nava civakê de diafrîne .
Her çiqas ev raman temenê wî dirêj be , lê dawî wê hilweþe û di warê hilsengandina paþdemayî de wê were navkirin .
( çanda rojgarî ) ramanê rojgarî wan hewldanan pûç dike û mîkanizma jiyanê bi rengekî aqlane þirove dike , her çendî civakek ji yan din bi çalaktir be jî , lê ew çandên hemereng ji xwere dixe sertîp û nîþana hevguncî ji þaristaniyê re , nemaze piþtî cidabûna Enthropologya çandî ji wî ramanê nijadî yê teng , berî kete þaristaniya giþtî ya ku hemî civak xwedan bandorin di berhemê wê de , her yekî bi qasî karîna xwe tûrikê çanda mirovane dagirtiye , lê her kesî ne bi qasî hev ked û westan di pêþveçûna çanda þaristanî de bi berheme , hinka bi mistkî dane û hina bi têrkî dane , lê heme her çanda nijadî di qûnaxên paþ de dimîne .

melevanresul@hotmail.com






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1392