Yê «Reþ» Berê Wî Li Koþka Spî ye
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 29 ÃßÊæÈÑ 2008
Mijar: Nûçe



HOÞENG OSÊ
 
Di pêvajoya amadekariyên hilbijartinên serokomariya li Amrîkayê, atmosfera li DYA’yê dide nîþandan ku namzetê partiya demokrat; Barak Obama, dê serkeve. Derdora 182 rojname û kovarên Amerîkî, ji nav wan "Washîngton Post" û "Newyork Tîmes" piþtgiriya Obama dikin.  Tenê 50 rojname û kovar, piþtgiriya namzetê partiya komarger Jon Makîn dikin.


Heya berî çend rojan, hemû ankêtên der barê hilbijartinan digotin ku Obama bi 12 xalan li pêþiya Makîn e. lê ankêtên dawî dibêjin ku Makîn dikarîbû farqa navbera xwe û Obama kêm bike û bigihîne 5 xalan (noqta). Bi kurtî, ger rewþ bi vî rengî berdewam bike, yekemîn car di dîroka DYA’yê de, kesek ku bi nijada xwe ji Afrîkayê ye dê bibe serokomar.
 
Heta salên 1990’î jî hîn pêlên nijadperstî di navbera mirovên reþ û spî yên amerîkî de pir xurt bû. Mirovên spî yê ewropî, tim hemwelatiyên amerîkî yên reþ ku bi eslê xwe afrîkî ne, û rojek ji rojan kole bûn, pir kêm didîtin. Lê niha, wer dixuyê, ku DYA hewl dide ku dîroka xwe ya reþ a nijadperest li paþ xwe bihêle. Wer dixuyê ku Obama, yekemîn amerîkiyê "reþ" e ku dê bibe serokê Koþka Spî a DYA’yê.
 
Piraniya þîroveyên der barê pêþketinan de dibêjin Obama li ser Makîn e, vê yekê vedigerînin guhdarkirina Obama bi mijarên aborî û ev krîza aborî ya cîhanî ku ji DYA’yê dest pê kir. Ji bilî ku Obama dixwaze têkiliyan bi Îran û Sûriyeyê re çêke. Girêdayî vê yekê, polîtîkayên rêvebirina Georg W Bush, ku 8 salan berdewam kir, ev polîtîkayên þer û tundî  ku ziyaneke mezin gîhand DYA’yê evê jî hêz da partiya demokrat û namzetê wê Barak Obama. Lê hin þîrove hene, hin xalên din zêde dikin ku hiþtiye Obama li pêþiya Makîn be. Û dibînin ku hilbijartina Makîn ji Sarah Palîn re da bibe namzeta komargeran bo cîgiriya serokomariyê, ev þaþtiya herî mezin a Makîn bû, ku hiþt Obama bi pêþ bikeve.
 
Rast e, ku Condeelîza Rice, ne yekemîn jina Amerkî bû, dibû wezîra karê derve, lê ew yekemîn miroveke ku bi nijada xwe ya Afrîkî, digihêje vê peyweriyê. Heger erdlerzeke siyasî ji niþkave, di van çend rojên li pêþiya me, li DYA’yê çênebe, ev tê weteya ku DYA xwe amade dike ku neviyê koleyek ji xwe re bike serokomar. Ev yek, helbet, derseke mezin û dîrokî ye ji bo hemû kes û sîstem û rejîmên nijadperest li cîhanê, û bi taybet, li Rojhilata Navîn. Lê wer xuya dike ku nijadperestên Rojhilata Navîn, ne dizanin dersên dîrokî bixwînin, û ne jî ji van dersan fam dikin. Dibe ku ew hêviyên mezin ên dibînin ku dê Barak Obama ê "reþ" karibe rûyê DYA’yê di cîhanê de spî bike, ne di cih de bin. Lê tenê gihîþtina Obama ya Koþka Spî, rûyê nijadperestên Rojhilata Navîn, dê reþtir bike.
 
 
Jêder: Azadiya Welat
 
http://www.azadiyawelat.com/nivis.aspx?n_id=1058






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1315