Vistîvala sêzdan ya helbesta kurdî qediya
Dîrok: ÇáÓÈÊ 25 ÃßÊæÈÑ 2008
Mijar: Nûçe





Zana xanê

Îro roja înê 24/10/2008 vistîvala helbesta kurdî li sûriyê qediya,cîgehê vistîvalê li bajarê qamiþlo bû,beþdar ji pirrên bajarê kurdan li sûriyê amade bibûn, mixabin gelek helbestvanên bi nav û deng ne amade bûn, lê tevî wilo jî û tevî vê rewþa abûrî ya ne xweþ jî ku bi ser serê miletê me da hatiye, tu dikare bêje ku vistîval derbas bû


 bi rastî tu pêþketina wilo berçav di warê naveroka helbestê de di vê vistîvalê de, ne hate xuya kirin, gelek helbestvanan helbestên xwey kevn dixwendin, û ji bo jiyana zehmetkêþan tu çare,wêneyên tenik ku hêviyê bide guhertinê di helbestan de ne hat xwendin, paqijkirina kêmasî û dijwariya siyasetmedaran di helbestan de ne hate diyar kirin, rewþeke bêzarî,tengijayî û reþayî li ser beþdaran xuya dibû,û di helbestên hin helbestvanan de dida der.
Xelatên vistîvalê:
1-xelatek rûmetiyê wek hercar giha helbestvanê kurd ehmedê þêx salih
2- xelatek li ser çaktirîn helbesta nûjen giha helbestvan dildarê aþtî
3-xelatek li ser helbesta bi rist û bi þêwyê kevn giha helbestvan û nivîskar melevanê resûl.
Têbînên ku dihatin gotin li ser vistîvalê:
1-gerek di çîroka belavkirina xelatan de, devera kûbanê û efrînê li ber çavan bihata girtin,û di hejmara beþdarkirina wan de kêmasî hebû.
2- gereke komîta bi nerxkirin û rexnekirinê her carê ji vistîvalê bêye hilbijartin,yan jî berhemên helbestvanan bêye rê kirin ji rexnevanên xwedî tecrûbe re mîna rexnevanê kurd heyder umer ,ebdilmecîd þêxo, masûm nisêbînî,..........
3- gerek komîta amedekar di warê veguhestina beþdaran de bêtirî wilo bi erkê xwe rabûba.
Di dawî de û tevî van têbînan, em dikarin bêjin spas ji bo komîta amedekar û bi hêviya ku vistîvala sala bê ji wilo pêþdetir be û hinkî hejmara helbestvanên ku helbestên xwe dixwînin ji wilo kêmtir be,û ast û nirxên helbestan ji wilo bilindtir be,û dîsan spas ji bo komîta amedekar.  


















 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 



 



 




                                      





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1307