Nan Tenr
Drok: 22 2008
Mijar: Ne



Abbas Abbas

Keça kurd bi çelengî pêmalka xwe li destê xwe pêça û bi levek sivik pitî ku çavên xwe di nava tenûrê de li nanekî pejikvî gerand, destê xwe dirêjkir nanê rûgemirî, ji taqê sincirî rakir,  bi lez anî der û li ser cilika hevîr danî .
olava li ber destê xwe, ya di zerika bafûn de, bi ser tirafa sar de rijand û bi leze lezekê berê xwe da cêrê avê, yê li ser qamikê di hewa wan de, zerik car dî ji ava paqij dagirt û nanê genimî û qemirandî carekê li hev tewand û yek carê di nav avê kir .


Hingî bi rûkî ge û devekî li ken, nan bi ber pismamê ciwan ve bir .
Qama dirêj hinkî tewand û her du mistên xwe bi ber pismama xwe ve birin, bi dilekî ad û aniyek xuhdayê, nanê ku jê re amadekir ji dest girt .
Jê dûr ket, çend pareyên sivik ji nanê germ û nimandî dan. Pêre jî bi kêfxweî çend caran li pismama xwe zîvirî, li bejna zirav ya wek itlek rihan bi çavên evîndar nêhêrt .
Dîtina Gulçîn û xwrina nanê germ yê ku bi destê wê û di tenûra wan de hatî çêkirin, ew di nav bihareke êrîn û xwe ve bir, canê wî bi pêverojê ve dilad kir .
Li ber bergeha mala bavê Gulçîn, li ser bilind cehekî, ew jî di nav koma heval û hogiran de ma serpiya, û kêlî bi kêlî di qoziya çavan ve li bejna anzdeh salî temae dikir .
Bejna zirav, cilika hevîr di tetê de rastkir û dest bi deranîna nanê xwe ji tenûrê kir . Nanê sêyem yan jî yên çaran bû ku hîn ji taqê tenûrê jêdikir, dengê teqêniya tifingekê kezeb lê qetand, pêre pêre ji tursa dengê tifingê nan ji destê wê pekî û li ser perengên sor ket .
çend carekî xwe daqulî nanê xwe kir, negihitiyê, car dî xwe jê re amadekir, lê dengê nalêna ku ji nav koma ciwana hat guhên wê, ew zîc rakir .
Ji dûr ve, nanê xwe di nav destê kurmamê ku li di nav destê xortan de xumehayê bû dît !....Qîrî…. Bi qîra xwe re, ew jî xumeha bi ser devê tenûrê de , bi wê xumhandinê re, paçê di destê wê de, ber bijêrî tenûrê bû û bêhnekê heya agir lê gur bû û bi jor ket, çarîkê heya girt çekên naylon û bi bedena wê ket .
Di kêlîka ku pismamê ciwan di nav xwînê de di gevizî, dotmam jî bijna zirav bi agirê tenûrê di qijlî .
Pitî çend rojan, di dawiya rûpelkî ku ji qereqola polîsên tirko hatî der de, ev li ser hatibû nivîsandin ( Fael Mechûl)  Bi destê nenasekî hate kutin !...






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1300