“ Gava ku masî tî dibin” Romana Helîm Yûsiv ya nû derket
Dîrok: ÇáÎãíÓ 02 ÃßÊæÈÑ 2008
Mijar: Nûçe



Masî, xortekî binxetî ye ku mîna þaxekî þikestî ji dara malbata xwe tê xistin û bi kûçikê xwe re dijî. Marê li malê jî çavdêriya wî dike. Awireke dijwar ji keçikeke serxetî ku bi mêvandarî tê binxetê, jiyana wî serobinoyî hev dike. Ev evîna ku sînor wê perçe dike qedera Masî bi temamî dizîvirîne aliyekî din. Name ya keçikê ji çiyayê Gabarê jê re tê, ew jî dide pey þopa evîna xwe û  bi masiyên din re dikeve nav behra þerekî giran de. Þer bi salan dirêj dike, qurbanî jî rojane têne dan.


Serme bi rihê Masî nikare, lê dixwaze zora beden û laþê wî bibe û lingên wî bixwe. Ji hêla din de, birêveberê þer, generalê masîxwir, hem li pey xwarina Masî û hevalên wî ye, hem jî hewil dide ku wan çiyayan kevir bi kevir bixwe û ji holê rake.

Li þûna ku Masî li çiyê li yara xwe rast bê, li tîbûnekê rast tê. Di wê navê re bûyer tevlihev dibin, qederên kesên romanê li hevdu dizîvirin. Evîn kûrtir, þer girantir dibe, wisa jî þikestin û hêvî tên hemberî hev.
Di romanê de mar û evîn cêwî ne. Mar li benda vegera Masî pîr dibe, kûçik hêviya xwe winda dike û  derbider dibe. Þahidên ku jînanîgariya wî diþopînin niviþt e, þûtik e, pirtûk e, kûçike, mar e, pênûs e û deriyê hesinî yê mala wî ye. Ev tiþt hemû çavdêriyên xwe dibêjin. Wisa jî her tiþtek bi vebêjiya xwe stûneke avahiya romanê bilind dike, pê re jî qedera Masî yê birîndar ber bi mij û dûmanê de diçe.
Roman xirecira sîh salî ya welatê kurdan li her du aliyên sînor li ber çavan radixîne. Herwisa darên xewn û hêviyên þikestî yên nifþekî di riya tîbûna masiyên romanê re, têne avdan.
Ev roman pirtûka Helîm Yûsiv ya heftan e, piþtî Sobarto û tirsa bê diran, ev romana nivîskêr ya sêyem e.

Berhemên  Helîm Yûsiv yên ku heta niha hatine çapkirin ev in:
1-  Mêrê avis -çîrok-1991
2-  Jinên qatên bilind- çîrok-1995
3-  Mirî ranazin- çîrok- 1996
4-  Sobarto- roman- 1999
5-  Memê bê Zîn -çîrok- 2003
6-  Tirsa bê diran -roman- 2006
7-  Gava ku masî tî dibin- roman-2008



Hûn dikarin agahiyên berfirehtir li ser nivîskar û berhemên wî li vir bixwînin: www.helimyusiv.com

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1277