Gurûpa Dêrikê a Çanda Kurdî Mûmeke xwe windakir
Dîrok: ÇáÓÈÊ 20 ÓÈÊãÈÑ 2008
Mijar: gotar



 Bi Xem û Kovanek mezin Iro Þemiyiê /20/9/2008/ ê li Bajarê Dêrika hemko, hêja Emînê Derwêþ (Bavê Egîd) çû ber dilovaniya Xwedê  piþtî berxwedanek dirêj bi nexweþiyê re ; û heftê û yek sal ji Jiyanek dewlemend bi Xebata netewî û pîtepêdan bi Çand û kultorê kurdî ; di ciwaniya xwe de xebatkerek balkêþ , xwedî Nêrîn û Helwest bû di Rêzên tevgera Siyasî a Kurd de , her weha di Çend Salên Dawî ji temenê xwe heskerek dilsoz bû ji Çanda kurdî re , Endamek wefadar bû di Gurûpa Dêrikê a Çanda Kurdî de


di Çalakiyên wê de xwedî Dan û Nêrîn bû , hestê xwe ê tenik di Helbestên xwe de diyar dikir ; bi daneheva xwe ji Pend û kurte Çîrokên kurdî re , Evîndariya xwe ji Rewiþt û tîtal , Sitûnên yasayî Civakî Kurdî re dedibirî  ; lew jî xwedî Cihek Berz û bilind bû di Dilê dost û Hevalên xwe de , Hest û helwestên wî cihê Rêz û Rawazê bûn , bê Guman Koçberiya wî a dawî , vemirandina Mûmek geþ di Çand û civaka kurdî de ye .
Rêberî û Endamên Gurûpa Dêrikê a Çanda Kurdî behîdariya xwe , Malbata Bavê Egîd û Qada Rewþenbîrî Kurdî dikin  , û ser saxiyê ji xwe û wanre dixazin ; û ronakrewanê xwe re di bêjin wê Cihê te ne mîne vale û Çalakiyên Gurûpê cihê Hêviyê we bin , Dîse hêvîdarin ji yezdanê pak ku hêja Emînê Derwêþ bi Dilovaniya  xwe bi gihînê û bi Buhiþta xwe Þabikê .  

Gurûpa Dêrikê a Çanda Kurdî







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1257