Erê hêvî
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 19 ÓÈÊãÈÑ 2008
Mijar: Helbest



Ezîz Xemcivîn

Li bajarekî piçûk, li gundekî piçûk, li taxeke piçûk, li baxçakî herî piçûk, li ber bihna guleke sîmîn, bi xweþiya þîraveke evînê, di bin pêçiyên hengeke kenok de, min pelek vekir û ketim dilê denê çavên hênik.
Ew jî li ber sîtaveke piçûk, bi xewneke mêþin re, bi arameke tenik, li keviyeke hengivî, pisteke germî, ji tîpine berpirsiyar, bi demeke kulibî re, di nav tirafeke hilbûyî de, bi zimanê dêman tirs ji pirsên çavên min birî.


Erê hêvî!
Ez jî wek wê pencerê çav li rê me.
Erê perî!
Navenda meydana dil tu meþxela wê yî.
Çendî min, keser kedî kirine
û zeviya libendemayînê bi hêsirên hêmin avdaye.
Demeke dirêj e hêvî bê hêvî tê,
leylan li biyabanê hêviyê bi kul tê.

Heyva navbera rewanan li hola birînê hiltê,
dibêjim virviroka talîþkê ji mitikê êþê digindire.!?

Mamosteya livandina hemî hestan,
þahgula hevokên helbestan,
perçenga pênûsa min were!

Deng pir bilind e,
di havil de sewdan ronî ye.
Xweziya niþtecî ji kezebê diqîre.   

Axa bin lingên dotmîrê
hêlîna awirên sibehan
di pêjna rokê de
bêrîvana bendewariya bêriyê ye.

Þana þad, dilbijînên me ji þêraniya te vejîne. Biryarên hiþmendiye, ji þahiya firiþtên bêdengiya rewanê te, evîndaran bi hêz dane. Balindeyên aramê li mêrgên dilnazan dilûsin, babîsokên evîniyê hatin, dûmanxwîn ji damarên dildaran ber bi aso ve veziliya.


19.09.2008








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1254