Hunermend Brader li Istanbulê hate girtin
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 27 ÃÛÓØÓ 2008
Mijar: Nûçe



  Brader Musikî ku îro ji Hollanda ji bo çêkirina albuma xwe ber bi Istanbulê ve bi rêket, li balafirgeha Istanbulê ji aliyê polîsan ve hate girtin.
Brader Musikî ji balafirgeha Ata Turk ya Istanbulê bi riya telefonê ji Avesta re ragihand ku ew saat 16.10 li gora dema Tirkiyê ji aliyê polîsan ve hate girtin.
Brader diyar kir ku polîsan ji wî re gotine ku dozgeriya Diyarbekirê ji ber stranên wî doz li dijî wî vekiriye.


Brader Musikî wê li Istanbulê çend stranên nû ji bo albuma xwe ya nû tomar bikirana, album wê ji aliyê Korek Muzik ve were derxistin.
Amadekirin: D. Dara
Jêder: avestakurd








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1221