LI SÛRIYEYÊ ÇI DIBE ?
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 13 ÃÛÓØÓ 2008
Mijar: gotar



Hoşeng Osê
 shengo76@hotmail.com

Kêm, zêde, gelê Tirkiyeyê dizane li welatê wî çi çêdibe. Kêm, zêde, li Tirkiyeyê hinek demokrasî û ragihandin heye, ji te re bûyeran, piştî çend deqeyan, yan jî piştî çend saetan radigihîne. Lê li Sûriyeyê demokrasî "memokrasî", ragihandin "magihandin" nîn e. Gelê Sûriyeyê, ji ragihandina xelkê, rûdanên li welatê wî çêdibin, bê hay e. Eger ji destê rijîma Sûriyeyê bihata dê hemû metodên ragihandina cîhanî jî bêdeng kiribana, da ku kesek nizanibe bê çi li Sûriyeyê diqewime. Sûriyeya îro di dirûvê Tirkiyeya piştî salên 1980’an de ye.


Di 2’yê vê mehê de, berpirsekî ewlekariya payebilind a Sûriyeyê, li mala xwe ya bajarê Tertûsa ber deryayê hate kuştin. Navê wî Amîral Mihemed Sileyman e. Bûyer, di eynî rojê de, di ragihandina cîhanî de belav bû. Lê piştî çar rojan, ragihandina Sûriyeyê nûçeya, vê bûyerê piştrast kir. Tê gotin ku kesê hatiya kuştin, milê rastê yê Beşşar Esed bû. Li gorî agahiyan peywîr, hêz û deshilatiya vî kesî ji ya wezîrê parastin û serfermandarê artêşa Sûriyeyê jî mezintir bû. Tê gotin ku ev kes, sindoqa reş a sirên rijîma Sûriyeyê bû. Gelek dosyayên pir nazik û hesas di nav destên wî de bûn. Ji van dosyayan: 1- koordînekirina lojîstîk a artêşê. 2- koordînekirina posta bidizî (name) a serokomariyê. 3- koordînekirina kirîna teknolojiya atomî ji Koreya Bakur û parastina alim û zanyarên vê teknolojiyê yên koreyî. 4- Koordînekirina têkiliya Sûriyeyê bi "Hizbulaha" Lubnanê re. 5- Koodînatorê têkiliyên Sûriyeyê bi Îranê re bû. Kesekî bi van erkan li wî cihê ku tedbîrên çawa tê kuştin!?
Gelek çavdêr dibêjin ku ew ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatiye tesfiyekirin, da razên bi wî re bûn, bi wî re jî bingor bibin. Nemaze, têkiliya wî bi kuştina serokwezîrê berê yê Lubnanê Refîq Herîrî. Hinek kesên din, dibêjin: Ew hate tesfiyekirin ji ber ku bi delametê xwe baş ranebû û dibe ku tiliya wî di kuştina berpirsê leşkerî yê Hizbulahê Îmad Mugniye de hebû û tiliya wî di bombekirina Îsraîlê ya avahiya ku dihate gotin ‘projeya atomî ya Sûriyeyê ye,’ de hebû.
Berê Serokê Sûriyeyê li Îranê bû û ev kesê payebilind hate kuştin. Piştî ku Beşşar Esad ev nûçe bihîst, serdana xwe ya Îranê qut nekir û dîrekt venegeriya welêt. Ne tenê wisa jî Esad û jina xwe, berên xwe dan Tirkiyeyê qaşo, ji bo seyran û tatîlê!? Ev dide nîşandan ku Esad veneciniqî bi nûçeya kuştina, qaşo "mile wî yê rastê" Dêmek, hayê wî jê hebû. Yan jî biryara tesfiyeyê Esad dabû.
Serokomarê Sûriyeyê, piştî ji Parîsê vegeriya çû Tehranê û ji wir çû Enqereyê. Di van rojên pêş me de jî dê biçe Moskowayê. Ji bilî sedemên naskirî yên van serdanên Esad sedemeke din heye da bide nîşandan ku tu krîz, alozî û pêvçûnên hundirîn di welatê wî de tune ye. Lê kuştina berpirsên payebilind ên Sûriyeyê ne nîşaneke xêrê ye ji bo vî welatî. Hêj jî kes nizane li Sûriyeyê çi dibe. Lê xwedê zane ku aliyekî "Ergenekona" Sûriyeyê jî hêdî hêdî aşkera dibe
----







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1203