Filmê (nûr) û (salên windabûnê) ne rastiya rewþa turkan ya îro diyar dikin
Dîrok: ÇáÓÈÊ 09 ÃÛÓØÓ 2008
Mijar: gotar



  Hisên ehmed
hisen65@hotmail.com

Di vê dema dawî de, hin telefizyonên ereban van filmên turkan yên bê mane diweþînin, xelkên feqîr, belengaz û diltenik jî, ji reva ji jiyana xwe ya dijwar, li van filman temaþe dikin û pê ve tên girêdan, helbet mebesta turkan jî ji van filmên erzan eve:


1-gerra li deverên turkan bi ereban þêrîn dikin, nexasim ku di filmên xwe de rewþeke ne rast li ser civaka xwe pêþkêþî wan dikin, û dixwazin diyar bikin ku ew weke uripiyan jiyana xwe diþopînin.
2-dixwazin xewnên xwenî berê vegerînin,rewþenbîriya xwe di deverê de belav bikin, û bi þêweyekî nuhtir, rojhilata navîn di bin lepê xwe xin û zeft bikin,
3-xebata gelê kurd di çav miletên deverê de reþ bikin,sûretekî berovajî ji rewþa deverê kurdan risimbi kin.
4-helbet mesela abûrî jî, ji armancên wanî sereke ye, ji çê kirina van filmên nizm û erzan.
Bi rastî gelên ku li turkiyê dijîn pir guh nadin van filmên  ku dûrî rewþa wane, ji ber ku xelk mijûlin bi êþên xwe yên rojane wekî:
tunebûna aramî û aþtiyê di civaka turkîyê de, ku bû ye kuleke mezin di nav xelkên wê de, nexasim ku ev bû ye bi dehên salan rijêma leþkerperest þerê gelê kurd dike,û nijadperestiyê di nav gelê xwe de xurt dike, ji alîkî din de jî,belavbûna tawanbarî û efyonê, hiþtiye ku civak di tengasiyek zor dibe.
Weha jî Ji ber pirbûna bê kartî û feqîrtiyê,hicret û reva xortan, tunebûna dîmuqratîyeta rast û durust,tunebûna mafên mirovan, kuþtina rewþenbîr û bêgunehan di þevtarîyê de, û ji hevketina civaka turkiyê,xelkên wan li van filmên bi derewan temaþe nakin.
Lê bi rastî a ku ez ji ber matmayî dimînim, û pê pir adiz dibim,ew qelsbûna rewþenbîriya temaþevanên ereb û kurdên ku bi zimanê erebî dizanin, ku bê sûc û sebeb wexta xwe bi valatî li ber vir û derewên muhened û nûr yan li ber vir û derewên yihya û lemîsa agirpêketî derbas
dikin.
ـــــــــــــــــــــــ
Wergerandin:memuzin.info







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1198