Kurdayetî yan partîtî!!!!!!
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 06 ÃÛÓØÓ 2008
Mijar:



  Brahîm Îssa

Bêguman di pêvajoya dîrokî û xwezay ji azadkirin û pêþketina her milletî de, nemaze ku bindest be û xwedî dozeke rewa be.
Pêwîstiya avakirina dezgeh, rêxistin û partî û çi þêwên yekîtî û piþtevaniyê, peyda dibin ji bo bi destxistina armancên wî milletî.
Lê, ta roja îro jî, ew armancên netewî- kurdayetî, hatine jibîrkirin û biþaftin di hundirê alavên xwede( di hundirê partiya de), û êdî mebest bûye( partî) berî her tiþtî, û berî doza mafên kurdayetiyê.


Ev bi xwe prosêsek( pêvajo) normale ji encama raman û sîstêma totalîtarî, ku partîperestî û takeperestî hîn jî di qûnaxeke pîroz de ye.
Sebaret pirsgirêka kurdî li Sûrî, ev tevlîhevî xweþik xwe diyar dike û hijmara partiyan pirtir dike. Lê eger bi rastî mebesta me kurdayetî be, daxwazên milletê kurd hiþkere û zelalin.
Kurd doza parçebûnê nakin û ( yekîtiya niþtimanî ), jî na herivînin, tenê doza wekheviya destûrî û hevbeþiyê di Sûrî de dixwazin. Di baweriya min de, ev ya dilê her kesê kurde, bê ku em bikevin xalên hûr de ji wan daxwazan.
Loma partiyên kurdî wek nûnerên siyasî û rewa ji millet re, pêwîste ku hevsarên ( partîtî ), hinekî bavêjin û hevalên xwe perwerde bikin bi giyanek kurdayetî, û berê xwe bidin karên pratîkî hember rêjîmê, ne hevdijayetiyê bi hevre bikin. Wê çaxê wê hemû partî piþtevanê hevbin û pêwîstiya gelek partiyan jî namîne, û xwendin û doza kurdî hember rêjîmê, xurt dibe û yekîtiya millet û hevbendiya wan li dor partiyan bihêz dibe, ma nebese êdî em ji vê radeya han derkevin???????
----------------
Jêder: belavoka (YEKÎTÎ) hejmar (2)






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1194