weþana deng û çend têbînan
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 05 ÃÛÓØÓ 2008
Mijar: Nûçe



  memê alan

  Piþtî ez rastî hejmara 90 î ji weþana Deng di entirnêtê de hatim , ez pir pê kêfxwaþ bûm . Wêlomê min bi lez çavên xwe li nav rûpelên wê gerandin , û navnîþanên wê xwendin . Bêtirîn sergotara hejmarê ya bi navnîþana Rewþa hundirî girijîtir dibe //  bala min ber xwe kiþand . Min rabû hûrik- hûrik sergotar xwend , herweha min da ber nirxwandin û pîvanê . Berî ku , ez nirxwandina xwe ji sergotarê re derxim hole , min telîfonek ji endamekî wê Kevin ku , min nasdikir re vekir , da ku silavekê lê bikim û çawabûna nivîsandina wê jê bipirsim.


Ji min re got , dibe ew ji erebî hatibe wergerandin , bi xwe ez jî di wê gumanê de bûm . Piþtre min dît hêja ye , ku ez bi çend têbînan , sergotara hejmarê ji desteya birêvebirina weþana Deng û xwênerên wê re binirxînim , belkîm bi kêrî rastnivîsa zimanê me , û pêþxistina weþana Deng were .
*- Pêþî armanc ji nivîsandina mijarekê bi zimanê dê , fêrkirina zimên û têghiþtina ramanekê ye . Ji ber van sedemên jêrîn , min ev herdu armanc di sergotarê de kêm dîtin .
1- Sergotar ji zimanê erebî hatiye wergerandin . wegerandin  Bixwe jî  ji zimanekî ta zimanekî dî – ger wergêr hostebe – reseniya mijarê weke heye nahêle .
2- Wergerandin hostatîk jê re divê , yanê  divê wergêr  baþ bi herdu zimanan zanibe , û baþ têbighê naveroka mijara resen , paþê wê naverokê bi zimanê nû birêse . Mixabin , xwediyê sergotara hejmarê bi nezanî ew wergerandî . Wî

gotara erebî dayî ber xwe , û hergotinek wê yeke kurdî – dibe pir jê ji ferhengekê derxistibe , û wateya bêjeya erebî nedabe jî – li þûnê danî be . Wêlomê herçûye sergotar dûrî rastnivîsa zimanê kurdî bûye , ji hev ketiye , û naveroka wê wendabûye . Yanê xwênerê wê kêm jê fêrî zimanê dê dibe , û kêm têdighê naveroka wê jî .
Ez ji weþana Deng ya hêja û desteya wê yê bira lêborînê hêvî dikim . Lê , li dawiya dawî , armanca min ji vê nirxwandinê sûdegirtin , pêþxistina xwendin û  rastnivîsandina zimanê dê , û pêþxistina vê weþana pîroz e .

jêder: rojnama NEWROZ hejmar 80






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1191