Hêka Dîk...!
Dîrok: ÇáÃËäíä 04 ÃÛÓØÓ 2008
Mijar: gotar



  Silêman Azer

Dema em zarokbûn, û heger hinekan ji merov û dostên me,dixwestin bi me şa bibin,an jî zanibin ka em zû têderdixin ev pirs ji me dikirin:(heger Dîk li ser dîwarê navbera mala we û mala cîranê we hêk kir, ew hêk ya kê ye...?).
bi rastî min digo qey ev pirs wiha gelekî hesan e û ew bi tenê ji bo bi me şa bibin vê pirsê ji me dikin.lê niha ez dibînim ku bersiva vê pirsê gelekî zore , heger ez nebêjin ku ew tiştekî nebûyî ye.


û dîse min guman dikir ku ew pirs bi tenê ji zarokan tê kirin,lê divê ez li xwe mukur bêm ku ez divê babetê de gelekî şaş im.ji ber ew bi xwe ji bo mezina ye û bersiva wê  jî ji wan tê xwestin.
bi rastî gelo wê ew hêk ji kêre be.ez bi xwe dibêjim ew ji mafê cîranê we ye,û ew dîkê gelekî şareza,dizanîbû ku ew çi dike.ma qey bi rastî cî li dunyayê qeleha bûn ji bilî wî dîwarî pêve, ku ew here li ser hêk bike.belkî yek niha xwe li ser serê me bike mirovekî gelekî zana û bilîmet û ji mere bêje: kuro qey ev tu dîn bû ye,an tu henekê xwe bi me dikî,û tu dibêje ew hêk ya kê ye.
lê ez bi xwe dibêjim ku dîk hêkan dike,û ne tenê wiha jî belkî ji xwe mirîşk hêkan nakin,û bi tenê ew li ser hêkan rûdinin,û çîçikan dedixin,û belkî ew jî bi me dikenin.
ku tu rojane gotar û nivîsandinên ku di malperên entirnêtê de belav dibin tu bixwîne.û bûyerên rojane ku di qewimin bibhêze.sed ji sedî tu yê li nerîna xwe poşman bibî, û tu yê bêje bi xwedê dîk hêkan dikin.nexasim berî çend rojan, diyardeya rojgirtinê derbas bû.û weke tê zanîn ku di dema rojgirtinê de, dîk û mirîşk û lawir bi carekê şaş dibin, û ew berê xwe didine ciyên xwe,ji wan we ye ku bi rastî bû şev.
gelek xwe dikine dîk û rojane li ser tingên xeynî xwe bang didin.û tu caran jî ew di dema berê sibehê de hay ji xwe namûnin,lê di demin şaş de ew bangdanê dikin.lê ka dîse ji min re bêje ew hêk ya kê ye.
Ew gotar û nivîsandinên ne li ser tiştekî têne nivîsandin,û ew bûyerên bêsûde, ma ji bo çine,eger ne mebset ji wan ewe ku ew bi tenê xwe dibînin berdevkê dîkan û her yek ji wan dikare şerê cîhanê bitevayî bike,bes ji bo ew cihê xwe li cem dîkekî ji wan bilind bike.ew dîkên li ser ne tiştekî bişev û roj şerê hev dikin,û her yek ji wan her kesî dibîne mirîşka xwe,û divê ew bi tenê bangdanê bike,û bi tevayî serê xwe jê re biçimînin, û li ber lingê wî qideqidê bikin.ew bi xwe jî dîkên şerin û xwediyên wan di her gavê de wan diberdin dîkên xeynî xwe, û ew piştî hev xwînî dikin û hinin ji wan bê pirtik û bask şikestî,ji vî şerî derdikevin û di dawî de, her yek ji wan polî poşman li kozika xwe vedigere, û ew tê wê hêkê dike.ew hêka zêrîn ko bûye sedema pevketina wan. ji bo ne tiştekî ji bilî wê hêkê pêve.
lê gelo dîse ew hêk ya kê ye,dema ku ew dîk bicarekê hêka ji xeynî xwe re dikin.û ew bikêrî bangdana sibehê jî nayên ma ku mirîşk bin, ne baştire.lê qey ew ji xwe fedî dikin.lê bere zanibin ku ta bi goştê dîkan jî xweştire ji yên mirîşkan.û heger goştê dîkan peyda bibe ji xwe tew tu kes goştê mirîşan naxwe,nexasim ew mirîşkên (rût)û çermelaq.weke tê gotin (ku merov ji neçarî goştê mirîşkan dixwe).
bêguman ku dîk hêkan dikin,lê diyare ku ta bi hêkên wan jî, ne ji xwediyên wan re ne,lê hinin dî buhayê wan dibin.
heger ji niha ta roja qiyametê jî, tu ji min re bêje tu min nagihîne wê bawreiyê ku dîk hêkan nake,ne bi tenê ez vê yekê dibêjim,lê hêkên dîkên me jî, du zerikîne.û heger ez ji ya xwe vegerim naxwe ez ne ji tuxmê xwe me, yê ku tiştek têkeve serê wî, ew hew jê vedigere.û ta ew dîk divê jiyanê de dijin,ez bi xwe jî xwediyê vê nerînê me,ku dîk hêkan dike.


Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1188