Bi Kurt Kurmancî.. Kiye Rewşenbîr Û Kiye Rewşenbîrê Kurd?
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 01 ÃÛÓØÓ 2008
Mijar: gotar



Konê Reş

  Rewşenbîr; ilm, zanîn û serwextiya giştiye. mirovên rewşenbîr jî, ew mirovên ku di nav me de dijîn û serwextî piraniya cûreyên ilm û zanînê ne û her dem û gav bi dûv zanîn û nûbûnê de dibezin da ku civata me bi rengekî şaristanî û demokratî bi pêşkeve û civata me di xweşî û şadiyê de derbas bibe.. Erê mirovê rewşenbîr; xwedî zanîneke giştî û têvele, wek: tore, bi tev cûreyên xwe ve, dîrok, bi şaristaniyên mirvaniyên xwe ve, erdnîgarî, bi çiya û deştên xwe ve, civat û polîtîkî, bi fen û xapên xwe ve..


Ango mirovê rewşenbîr ji her cûreyên ilm, zanîn û toreyê dizanin..Û çendî di zanîn û serwextiya xwe de kwîr û milevan bin, wiha ew ji rewşenbîrên rast û durist têne dîtin. Di vî warî de em nikarên kesên wek: Bijîjkan(Doktoran), bervedêran(Avokatan)û endezyaran ji rewşenbîran bibînin, eger ew di rewşenbîriya giştî de, bi rengekî têvel ne milevan û serwext bin.
   Li gor baweriya min, rewşenbîrê ku rast û durist xwe rewşenbîr bibîne, pêdivîye ku zanîna xwe bi rengekî hunerî, li gor ku di wê zanînê de pispore, di ber gelê xwe de xerc bike, çi di warê civatî, toreyî, siyasî an aburî de be.. û bi mêranî û cegerdarî bervedêriyê di ber civata xwe de bike.. Ronahiyê berde ser quncikên reş û tarî di civata xwe de û bangke û bibêje: Ev rewş xerab û şaşe ya rast û durist eveye.. Da ku civata ku ew têde dijî, bi pêşde here, di azadî û şadiyê de bijî.. Ango rewşenbîr wek pêxemberan e, li xweşî, geşî û pêşetina miletan digerin, bê ku cûdabûnê di nav nijadekî û njijadekî de bibînin, an miletekî di ser miletekî re bigirin, tev nijad û milet li bal wan wek hevin.
   Rewşenbîrên rast rewşenbîr bin, ewên ku her dem û gav bi dûv rastî û heqiyê de dibezin, gelek caran ji ber vî karê wan, sergêjek li wan geriyaye, di ber bîrûbaweriyên xwe de hatine girtin, sirgunkirin û kuştin wek; Ismaîl Beşikçî di roja îro de û Helacê Bexdadî di heymê derbasbûyî de.. Di her heyamî de rewşenbîrên wî heyamî hene û ta ku çerxa felekê li dar be û mirovanî li ser riwê zemîn hebe wê rewşenbîrên rast û durist jî hebin..
   Belê rewşenbîrên kurd kîne? Rewşenbîrê kurd di gel şert û mercên li jor me gotin; Ewên ku tûrikê wan yê ilm û zanînê ji du çandan hatibe dagirtin, yek jê, çanda fermî ye, ewa ku di dibistan û zankoyên biyaniyan de fêr bûne wek: Erebî, Farisî û tirkî.. Ya din çanda kurdî ye, ewa ku ji biçûkanî ve di civata kurdî de fêrbûne û bûye perçak ji giyanê wan.. Ango rewşenbîrên kurd evin yên ku, ji du çandan bi hev re tûrikê xwe dagirtibin û sûdeya ku ji herdu çandan dîtbin û tevî bixin xizmeta ferhenga kurdî de…
   Di baweriya min de, ev yek tiştekî gelekî erêniye ji rewşenbîrên kurd re. Vêca gereke rewşenbîrên kurd, wê çanda biyaniyan a ku fêr bûne, bixine bin xizmeta ziman û çanda kurdî de..Ne ku çand û zargotina kurdî a ku ji bav û kalên xwe fêr bûne bixine bin xizmeta ferhenga biyaniyan de..
   Mirovê rewşenbîr roleke mezin di pêşketina civatê de dilîze, ji xwe rewşenbîre yê ku civatê ber bi pêş ve dibe, rewşenbîre yê ku li hemberî desthilatê disekine.. Rewşenbîr û desthilat du hîmenên dijî hevin, rewşenbîr spî ye, desthilat reş e. Û ta ku dinya hebe wê reş û spî raserî hev bin, wê di nav wan de şer be û wiha ta dawiya dinyê.. Bi gotineke din, rastiya ku rewşenbîr lê digere tenê dêmekî wê heye, ew dêm spîye. Yê rewşenbîr her dem û gav li wî dêmê spî digere û dêmê reş û tarî di hetikîne, ji cemawer re beyan dike.. û wiha da ku civata ewê rewşenbîr têde dijî, ber bi xweşî, geşî û azadiyê ve here..
   Bêguman rewşenbîrî berî her tiştî hilberîn û afirandine.. Belê yê ku ne şareze, zîrek û serwext be, nikare berhevkarî û wergêriyê jî bike.. Ne her tişt têne berhevkirin û wergerandin, pêwîste ew tiştên ku berjewendiyên gel di wan de hebin, di xizmeta xweşiya gel de bin bêne wergerandin û berhevkirin.. Pêwîste ew berhevkarî û wergêrî di xizmeta gel de be. Berhevkarî û wergêrî jî berpirsyarî ye..
   Belê, Ji şert û mercên rewşenbîrên kurd ku bi kurdî bixwîne û binivîsîne, sûdeya ku ji tore, çand û folklorê biyabiyan dîtibe - ango dewletên dagirker-, bixwe bin xizmeta ziman u toreya kurdî de…Rewşenbîrê kurd ewe yê ku, bi zimanê dê û bavê xwe girêdayî be, di mala xwe de bi kurdî xeber bide, serwextî zargotina gelê xwe be.. Ku jê bê xwestin straneke kurdî an çîrokeke kurdî bibêje! Gereke zanibe, jiber be û bibêje, bi kêmayî yekê zanibe.. Hem jî, bi kêmayî gereke 25 pend û gotinên pêşiyan zanibe… Pediviye ku rewşenbîrê kurd çend malik ji pêşgotina Mem û Zin a şêx Ehmedê Xanî ezber kiribe, hem jî, sirûda netewî kurdî Ey Reqîb ji ber kiribe..Di gel ku serwextî dîrok, serhildan û erdnîgariya kurdistane be…
   Şertê ku giftugo li ser nabe eveye; Ku rewşenbîrê kurd bi kurdî bixwîne û binivîsîne, zimanê kurdî zimanê axaftina mala wî be.. Hem jî divê ku serwextî tevgera rizgariya kurdî be, bi tev baskên wê ve, û eger şaşiyan di baskekî tevgerê de an di civatê de bibîne, gereke bê tirs û bi cegerdarî wan şaşiyan li ber çavê welatiyan raxîne.. Dawî ez dibêjim ku rewşenbîr paleye di civata xwe de, palevaniya şaşî û nexweşiyên civata xwe dike, da ku civata wî, di xêr, xweşî û pêşketinê de bijî… Erê di baweriya min de, mirovên wiha rewşenbîrên kurd in.

Konê Reş
Qamişlo 13/07/2008

Ji Rojnameya Agiri







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1184