Azadiya rojnamegêriyê ew pîvera jiyana dîmoqratiye
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 03 íæäíæ 2008
Mijar:



  Sernivîsa rojnameya DENG :

Bê guman - çemkê azadiyê bi dîmoqratiyê ve girêdaneke vekêşî  girêbend dibe, û azadiya rojnamegêrî û ragihanê di despêka azadiyên dîmoqratiyî gelamperî de tê, lewra ku tê gotin .. nebûna azadiya ragihandin û rojnamegêriyê ji tunebûna jiyana dîmoqratiye.. raste, her weke ku kar boy çesipandina binçîneyên azadî û  dîmoqratiyê di peyva azad re xurt dibe, û rojnamegêriya azad di ewê jiyana dîmoqratî re dikare peyama xwe bi giştî pêk werîne weke ku ew pêwîsteke hîmdeye boy misogerkirina piroseya  perpêdan û pêşketinê .. û parastina çi sûda ku di radeya kiryara dîmoqratî de pêk bê..


ya ku pêşketina mirov berbi civaka hevgirtî û dadwertirîn pêk tîne bi asta tenhayî  û civatî û vewejandî di çarçoveya şêyanên berdeste(heyî) de, dêmekî  pêdivêye ku çemkên azadî û dîmoqratiyê bingeheke resen be di piroseyke tebayî de boy raweya gell û dewletê û yasadan û lêpirsînêyî  hevtekûz ,çiku misogeriya azadiya peyv û nerînê mercekî pêdivêye boy misogerkirina perpêdana raweyê bi dîmoqratiyê û jibo  parastina wê ji hêzin nedîmoqratî , lewra divê yasayên ku karê konevanî  bi hemû pêkhateyan ve bi rêkûpêk dikin werne danîn bêyî deskirina azadiya rojnamegêrî û ragihanê.
Û ku me bi evê pîvanê li ketwarê ragihandin û rojnamegêriyê di welatê xwe Sûrî de nihêrt.. emê bibînin ku ew têvele ..na û vaciye jî , ew ji rajeya recîmê  û xwezaya wêyî  têkrayî û melhorî  pêve  nake .. û bi biwarê xurtekirina çanda bi şêwazê taybet ji galteyeke netewî..ayinî..êdolocî , kesê qetirme ji bilî zexel û gawir û lader nabîne, lê rojname û govarên fermî  ên derketî  tevlî ku rengarengin ew weke hevin .. naverokên wanî  bingehî  hevtane  ..  nemaze ên konevanî  û zanestiyê, tevde rotînîne .. sarin.. bêcanin ciyokên xwe ên buhartî  û çemkên xweyî  ku ji bilî dema cenga sar ne ji tu tiştîne diparêzin , tevde di xwezaya xwe û şêwazê raman û nivsîna xwe de  yekbiwarin û hevmijarin , ew pirhejmara rastî û bi yarîgarî nakin xuyanî , û rola sansorê li ser ewzên recîmê û dezgehên dewletê ranahînin , û karmendiya hişyarkirina zanestî an çandî ji bilî semta ku boy wê nîgar bûye ya berbi berevaniya recîmê û parastina xwezaya wê pêve   pê ranabe , û evana bi giştî di binya asta rêdana biryardana têkrayên rojnamevanî  û ragihînî dene ku derfeta karîna karlêkirina fermî.. rasteqîn di sînorê jêrîn de ji piroseya konevanî  bidin, herweke ku li xwegirtiye û karlêkirin  bi şoreşa  pevgihînên cîhanî re tixûbkiriye ta radeya  dapoşîkirina - ji tirsa - ragihana cîhanî a cîwaz  li gor karînê  tevlî malperên enternêtê .. û derbaskirina rojname û govaran tabi qetirmeyên erebî qedexe dike..
Lê rojnamegêriya Kurdî  bi buhêra sed û deh salan di ser derhênana rojnameya yekem re ( ewe  rojnama KURDISTAN a ku Miqdadmidhet Bedirxan di  22/4/1898an de li Qahîrê derxist) hêj geşepêdana wê kême ji bilî di hin perçeyên Kurdistan de û nemaze li Kurdistana Êraqê, lê di navçeyên kurdên li sûrî de …rojnamegêrî  howa ragihandinêyî yekaneye û ew alava belavkirina zanîna konevanî û çandiye.. û tevku bi zorê gavnî raperînî avêjtin lêbelê pir jê mijarên hesû kurtin û hin bi helkeftinên heyina kurd  ve grêbendin..  û tev xuleyên partîtîne  pirrên wan mehane û kejanene , û tevde xizanên pêdawîstên rojnamegêriya birastîne, bêguman kospedanên karê rojnamegêrî û ragihana kurdî û niştîmaniyî sûrî bi giştî pirrin û berçavin .. a herî belû tunehiya azadiyên dîmoqrat û tunebûna rojnamegêrî û ragihandinê, û berdewamiya dadkirinên nerêtî û yasaya tengaviyan.. dêmekî  berdewamkirina konetiya devgirtinê û serkutkirina azadiya dîte û gotinê, û çiku rojnamegêriya kurdî ya partiye û nehêniye ji nebûna yasaya ku jiyana konevanî  bi rêk û pêk bike û ji tunehiya yasaya nûvare, lewra geş nabe û sazî û terxankirin  digelçûna asta qonaxê jêre ninin , û weha jî hemû delîveyên dîtir ji ragihandinê (dîtin..bihîztin) ku ji recîmê û dezgehên ragihandinênî di keleka wê de digerin re monopolkirîne.
Ragihandina xwestî an rojnamegêriya jêxwestî ewa ku karmediyên xwenî pirrhejmar bikar tîne( weke desaletdara çarem) di parastineke bi destûr  û yasayên nûvarî henkûfî  taybet de, da ku roleke pîşeng di sansora rastî de li ser ewzên recîmê û saziyên desaletê bistîne, kêmasiyê boy çaksaziyê şityar bike û rastiyê boy çesipandinê xurt bike, û rêya  xwe boy tevlêbûna hemû biwaran binase , û pêşbirkiyê li ser guheztina saloxê û belavkirina çand û hişyarikirinê  di rêya alavên hevpeyvînî şaristanînî bi armanc re boy hildana asta zanestî û mafdarî  û konevanî ku rajeya giriftarên vewjandina gellêrî  û abûrî û çandî .. h..w.. bike.
Lewra ev ragihan û rojnamegêriya ku vêna raweya niştîmaniye, pêdivêyî seqa û valahiyên berfireh ji dîmoqratiyê û jiyaneke konevanî  nûye ku rojnamegêrî  têre dûrdîn û karmendiyên xweyî  rasteqînî  distîne ..çi di mûkûmkirina binçîneyên dîmoqratî de bi şêweyên konevanî û civakî û abûrî .. û çi bi xurtkirina pevgihîjtina niştîmanînî aza di nav heçê pêkhateyên civakê de ji haterêzên netewî û olî û konevanî, dêmekî armanca azadiya ragihadin û rojnamegêriyê bêyî azadiyên dîtir pêknayê û nemaze azadiya rêkxistina konevanî û sandîkayî .. lewra bêyî karê diber jiyaneke konevanî û dîmoqratî de nabe  ku dest dide ber evan azadiyan û dan û stendina bi aştî  bi recîmê re û di rêya sendûqên pişkavêtinê re misoger dike..
Dêmek karê di ber azadiya rojnamegêriyê û ragihanê de ji karê pêkanîna hemû azadiyên dîmoqratî cihê nabe .. ango kar di evî biwarî re di bin durişma karê guhertina dîmoqratî bi aştî re derbas dibe .. tê xwestin ku hevkariya hemû hêzên niştîmanî  ku bawermendên guhertinêne û nehametkarên raweya melhorîne bibe , li ser rêça avakirina dewleta maf û yasayê û bidestxistina jiyaneke konevanî  nûvar .. bingeh ji dadwerî û dîmoqratiyê be, hevjîna azad di nav hemû pêkhateyên civaka gellê Sûrî de çi Kurd çi ereb ..aşûrî… pêk were.. hevpaya birastî di desalet û samalêde misoger be û delîve ji tevan re berfireh bin da ku pêşbirkiyê li ser gireftarên konevanî û çandî û abûrî û vewejandinî  bikin berbe xurtekirina bingeha welêtî jêrîn li gor hevheziya zarwêd wî û peydakirina pêdawîstên pêşketin û perpêdana wî…
…………………………
FERHENGOK:
Pîver = معيار - çemk =  مفهوم - vekêşî =  جدلية - binçîne = قيم - pirose =  عملية - perpêdan = تطوير - vewejandin =  تنمية - şêyan = امكان - yasadan = تشريع - pêkhate = مكونات - ketwar =  واقع - raje = خدمة - têkrayî = شمولية - melhorî = استبداد - galteyek = مزيج - lade = منحرف - haterêz = انتماء - rahatin = ممارسة - sansor = رقابة - dapoşî = حجب - heyin =  شان -  pêdawîstê = مستلزمات - kospedan = اعاقة -  dadkirin = حكم - nerêtî = عرفي - tengavî = طوارىء - digelçûn = مواكبة - terxankirin = تخصص - berhemkirin = احتكار -  kelek = فلك - pêşeng = رائد - çaksazî = اصلاح - mûkûmkirin = ترسيخ - sandîka = نقابة - pişkavêtin = اقتراع - nehamet = معاناة - samal = ثروة - pêşbirkî = منافسة -  ho+amêr = وسيلة - monopol = احتكار
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
  • Hijmar: 93 û 94 – meh: Gulan û Cehzeran - sal: 2008 z , 2620 k
  •  Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê
  •  Ji bo peyamnêr  û nivîskaran: dikarin mijarên xwe ji me re bişînin li ser E-maila me: rojnameyadeng@yahoo.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1119