“KULÎLKÊN BAXÊ BOTAN” Hem gulan û hem jî kulan vedibêje
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 30 ãÇíæ 2008
Mijar: Nûçe



Pirtûk bi têgihîþtina “tiþtê ku gelan dike gel bîra giþtî ye. Ev bîr jî bi sedsalan û hezarsalan pêk tê. Baþ û ne baþ çi tiþtên ku tên serê wî gelî di wê bîrê de kom dibin. Her nifþek van tiþtan radigihîne nifþê piþtî xwe. Nifþên nû jî li gor vê rabirdûyê teþe digirin” hatiye amadekirin û weþandin.
Sedemên weþandina vê pirtûkê jî wiha hatine diyarkirin: “Gelek rêyên ragihandinê hene. Me kurdan jî heta niha ragihandin bi wêjeya xwe ya devkî pêk aniye. Ji ber sedemên tên zanîn ragihandina nivîskî zêde bi pêþ neketiye.


Ragihandinên devkî jî bi demê re diguherin û bi piranî tên jibîrkirin. Ji bilî hin kesayetî û bûyerên pir girîng tiþtên ku gelê me jiyaye di bîra giþtî de kom nebûne. Bîrên herêmî çêbûne û her yekê li gora herêma xwe teþe girtiye. Ev rewþ jî îro di gelek waran de dibe asteng, pêþiyê li lêkolîn û xebatên berfireh digire. Tevî ku îro gelê kurd di gelek qadan de pêþ ve çûye, bûye xwediyê derfetên baþ jî, gelek caran eþîrparêzî û herêmparêzî derdikeve pêþberî me. Sedem jî ew rewþa ku me qal kir e. Ji bo ku em ji vê rewþê rizgar bibin û bîreke giþtî ava bikin divê em wan bîrên herêmî bigihînin hev.”
 Wek ku hatiye diyarkirin ev pirtûk xebateke herêmî ye. Lê gelek kesên ku bûne malê raya giþtî ya kurd jî tê de cih digirin. Wek Îsmaîl Ebû’l Îz El Cezerî, Melayê Cizîrî, Mihemed Arifê Cizîrî, Seîdê Hemo, Orhan Dogan û gelekên din. Gelek kesên ku di pirtûkê de cî girtine bi serê xwe mijara lêkolînên dûr û dirêj in. Dîsa mirov dikare rewþa kurdan ya gelemperî jî di jiyana van kesan de bi rihetî bibîne. Têkçûn û serkeftin wek cêwiyan e. Gelek bûyer û jiyanên trajedîk jî hene. Mirov dikare jiyana Seîdê Hemo (Seîd Axayê Cizîrî) wek mînak nîþan bide. Pêþiyê serî radike û li ser welat dibêje, lê piþtî miþextî û neçariyê dibêje: “Kemal e Kemal e wer lê lê /  Kemal e Kemal e wer lo lo”.
Pirtûk her çi qas ji portreyan pêk bê jî gelek serpêhatî, çîrok, stran û çêjên gelêrî jî di pirtûkê de cihê xwe girtine. Yên ku pirtûkê bixwînin wê tenê çîrokeke rijî ya jiyana wan kesan nexwînin. Wê di nav pirtûkê de gelek qadên jiyanê jî bibînin. Carina wê bi feqiyan re biçin medreseyê, carina jî wê bi dengbêjan re ji kula dilê xwe bistrên.
Ev berhem di encama xebateke dûr û dirêj de û bi kedeke zêde hatiye amadekirin. Ji bo lêkolînên dîrokî û herêmî çavkaniyeke têr û tije ye.
Pirtûk ji aliyê Abdulkadir Bingol ve hatiye amadekirin û Enstîtuya Kurdî ya Amedê jî weþandiye. Ji 300 rûpelan pêk tê. Ebadên wê 13,5 x 21 cm. ne. Bihayê wê 10 YTL ye.
Enstîtuya Kurdî ya Amedê








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1113