Rojnameya (Kifah) ya Sûryê.. çêla koçbarkirina Celadet Bedir Xan
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 28 ãÇíæ 2008
Mijar: Nûçe



Siyamend Brahîm

Rojnemevanî li Sûryê û bi taybetî di destpêkê nîvê bablîsoka bîstan de, ango berî êrîþa hêzên netewa Erebî ya þofonî xurt bibe, û li vî welatî surra bayê azadiyê tune bike, jiyana siyasî û rewþenbîrî gelekî xweþ û pêþketîbû, yaneya kurdî li Þamê, Amûdê serbest bûn, û bi taybeta li Þamê bi xêra Celadet, û Osman Sebrî dersên zimanê kurdî didan xortên kurdên Þamê, taxa kurdan pêteke ji xebata rewþenbîrî bû, lê piþtî þofoniyên Ereb destên xwe dane ser her tiþtî jiyana kurdewariyê rabû, ku Yaneya Kurdistan


Di sala 1981 Li bajarê Þamê min xwedanê kovara (El Kifah)
Mamostê nemir (Emîn Seîd) naskir, û  gava naskir ku ez kurdim ji min re gote: Ez xwedanê rojnameya Kifahim, sal û roj derbasbûn min berê xwe da pirtûkgeha El Esed û ez ketim beþê rojnemevaniya û ez baþ li wan kovaran ji sala 1900 heta þêstiyan de geriyam min rojnameya El Kîfah xwend û min hejmarin baþ xwendin, û sal 76 sal ji yedîvegera kovara Hawarê derbas dibe, ez vegeriya erþîvê kevin min di pirtûka ku her mamsteyên Lubnanî Mensûr Þilîta, û Yûsif Melek û bi alîkariya xanima nemir Rewþen bedir Xan di sala 1951 piþtî koçbarkirina Seydayê me Celadet Bedir Xan çûye dilovaniya yazdanê jorîn, min li ser vê koçkirinê tiþtekî bi nirx nivîsandine û dibêjin:
" Gava gernasê comerd Celadet Bedir Xan serpiriþtiya kolana bîra ava zeviyên xwe di zeviyên mêrgan de li cem yek ji camêrên hevalên xwe dikir, Ji niþkava erd di bin wî de hate xwarê û dîwarê bîrê herifî û canê xwe siparte yazdanê jorîn, û mixabin ku xêra wî , û firehiya zanîna, û wêjeya wî û xebata wî ji bo gelê xwe û pêkanînên armancên wan pêkbîne, ji ber ku ew tu carî di xebata xwe de kêmanê nekir,
Û duhî cenazeyeke mezin jê re  çêbû, ku gir gire û gernas û wêjevan û xwedî ramanên  wê bi alî mizgefta Þêx Muhhidîn El Erebî ku li can wî nimêj kirin, û paþê bi li paytexta Þamê tê de derketin û di gora wî ya dawî de bi ahengeke rêzdar hate veþartin".
 
Þam -  17 Tîrmeh 1951
--------------------
Rojnameya El Kîfah xwedanê wê Emîn Seîd bû, ev di sala 1939 ev rojname Ronahî dît, û di inqîlaba (Bassiyande) rawestî.
 
---------------
Siyamendbrahim@gmail.com   







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1110