Serok û têkoşerên Tevgera Kurdistanê ya 1925-an tewan nekirine…
Dîrok: ÇáÃËäíä 12 ãÇíæ 2008
Mijar: gotar



Îbrahîm GUCLU
İbrahimguclu21@gmail.com

Komeleya Kurd a Diyarbekîrê (KURD-KOMê), ji bona ku ji dîroka Kurdistanê, ji serok û têkoşerên Tevgera Kurdistanê ya 1925-an re xwedî derkeve û wan bîrbîne, di 28. 06. 200-an de li ber Mizgefta-Bilind (Ulu) civîneke kîtlewî pêk anî. Lewra beşek serok û têkoşerên Tevgera Kurdistanê ya 1925-an li ber Camiya Bilind hatibûn îdamkirin.


Di Civîne de neheqî û zulma dewleta tirk li hemberî neteweya kurd û serokên tevgera Kurdistanê ya 1925-an hate ser zimên, biryara Dadgeha Leşkerî nemeşru hat îlan kirin.
Ji bona vê bîranîna Komeleya Kurd a Diyarbekirê lêpirsînê dest pê kir û di Dadgeha Cezayê ya Asliyê ye ya 5-emîn a Diyarbekîrê de bi îdîa ya ku min gelê Kurd li hemberî dewletê teşwikî serîhildanê û li hemberî neteweya tirk teşwîkî kînê kiriye, çalakiya tewanî û tewanbar pesinandine, di derheqê min de doz vebû.
Min jî, ji dadgehê daxwaz kir ku ez parêznameya xwe bi kurdî pêşkêş bikim. Dadgehê, di 20. 06. 2007-an de ji bona wergerê kurdî biryar da. Hezar mixabin dadgehê di danîştina 12. 03. 2008-an de biryara xwe ji holê rakir, biryar da ku ez parêznameya xwe bi tirkî pêşkêş bikim.
Dirûşmeya bê, dê di 14-ê Gûlana 2008-an, saet 09.30-yî de pêk bê. Ez di îdiaya xwe ya ku parêznameya xwe bi kurdî pêşkêşî dadgehêbikim, dewam dikim. Parêznameya xwe bi kurdî pêşkêş bikim. Lewra hîç şik tune ye ku bi kurdî li dadgehê jî axevtin, wek kes û wek hevwelatiyekî Kurdistanê mafê min ê xwezayî ye.
Li cem vê yekê ez baş dizanim ku Tevgera Kurdistanê ya 1925-an, tevgereke meşrû ye: Mafê çarenivîsiya gelê kurd û serxwebûna Kurdistanê parast. Serok û têkoşerên wê jî tewanek nekirine. Ew serok û têkoşerên neteweya kurd in. Gelê kurd ji wan hez dike û ji wan re rêz û hirmet dike.
Dadgeha ku li ser navê netewe û dewleta tirk min dadgeh bike jî nemeşrû ye. Mafê dadgeha dewleta kolonyalîst tune ye ku min mehkeme bike.
Ezê parêznameya xwe di vê çarçewê de pêşkêş bikim.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1082