JÎNISTAN
Dîrok: ÇáÓÈÊ 03 ãÇíæ 2008
Mijar: Helbest



Xemgînê Remo 

Dema zikê zemîn peqîya
Û sirûda ar-vejanê destpêkir
Çîyayên welatê min
Jê afirîn ....

Dema ewrê yekemîn
Pêsîrê xwe givaþtin
Û barana jîyanê barîya
Sirûda ciwanî yê
Li mêrg û çîmenê welatê min
Detpê kir ...


Dema ku mirov hîn kerî bûn
Û þênîyên daristana bûn
Miletê min nan afirand
Û þaristanî ya wî
Li kohênZ agroz û Ttoroz
Dest pê kiribû ...

Dema kerî bûn wek miletan
Û pût û lat diparastin
Miletê min
Xweda yê þev û rojê
Afirandibû ...

Dema û dem çûn û hatin
Welatê min
Serbest û zengîn
Miletê min
Dilþad û geþbîn
Û dema miletê min
Berê xwe da toza biyabana
Û kevirê reþ
Dem çep gerîya
Ji hingê were
Miletê min þêt û dîn
Xelkê zimanê wî jî ji dev
Hilkiþan din
Û zimanê xwe bi zorê
Di dev de çandin
Û hîn jî miletê min
Xewar û xemgîn
Hejar û sêwîn .....







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1070