elsarya xwna lstikvann bi agir.
Drok: 27 2008
Mijar: Helbest



Salih cefer

Qey we zanibû ku wê îsal jî buhara Qamilo wek buharên berê hik û bi xwîn derbas bibe.
Qey we zanibû ku baranên Qamilo tenê di zivistanan de dibarin.
Qey we zanibû ku çavên dayikên Qamislo li benda baranê û vergera zarokên xwene.
Qey we zanibû ku ewrên re û tarî dîsa berê xwe dane ken û henekên we, ji ber vêjî we bi lîstikên xwe pêwazîya agirê wan kir.
Ma we zanibû ku win bi agir dilîzin?
Ma we zanibû ku listitka bi agir çawaye?


Aaaax, ax, çima we ji dîwarên Amûde yên ewitî nepirsî .
Çima we ji  çavên dayikên xwe yên li rê mayî nepirsî.
Çima we ji kevir û kort û kuncalên çaryên Qamilo nepirsî.
Lê xem nake, win ciwanbûn, we wateya bi agirlîstinê nizanibû
Lê dîsa aaaaax , axxx, ew lîstika we, ya dawîbû.
Gelo win fêrbûn ku  temenê bi agirlîstinê çîye?
Eger na, çima win jî wek buhara Qamilo miçiqîne?
Win li benda barana Qamilone?
Win li benda mêrxwaz û lehengên Qamilone ku baranekê bi ser gora wede bibarînin?
Win li benda ku kes çelsarbûna xwîna we bi bîr bîne?
Çima ? ma çel roj di ser koçkirina were derbas bû?
Weeeeeeeeh, çi zû buhar derbas dibin!
Çi zû xwîna lîstikvanên bi agir sar dibe!
Na, na, li benda wan nemînin, buhara  îsal jî ne tu buhare.
Vaye bû çel roj ku gul û kulîlkên gorên we tî mane.
Lê hey waaaaax, hey wax. 

Ji bilî hêsirên daykên we kes nikare tîbûna gul û kulîlkên li ser gora we biikîne.

25.04.2008
     







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1056