Zêrevanê Viyanê, bibhure mirinê
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 23 ÃÈÑíá 2008
Mijar: Helbest



Tengezarê Marînî

Li nav bayî, min dixwest ji zû ve te bibînim.
Li nav bexçeyê zarê te, fêrkirina veþartî di yariyên zarokekî de.
Çavlixew ber bi te ve, hilgirê xema welatê êþê.
Ji zû ve, min dixwest te bibînim, di sîtavkên bêvirî de, bibim hilim.
Çend henasên min hene, li ber dergehê xewna te birêjim.
Di himbêza te de, azar im, digrîm, li ser zendên te.
Belgên te kesk, û pora min hogirê þevê.
Dost, di sorespêdê de, dar mir.


Evroka, reva te ye. Sibe, sibe ez têm, zû an jî dereng.
Derengî, li baxê hebûna te.
Ba rêya bêterazû ye, xwe nepîve
hindek derbas dibin, çav nede jiyana mayî.
Kesk, li ber mirina xakê xûz.
Bêhinvedana bilûrê, di nav sîbera min de, te dîtibû?
Biçûk, girêdam, winda me, heyveke reþ.
Kîn. Guhpelkirin? Na! Na desthilat e!
Kîn! Berê min  li kû ye?
Ji daristan û wan rûbaran hez dikim! Xwe winda bikim.
Ji dûr..di bêdawîbûnê de bi tenê me.
Xewneke kûr, rojeke çavlixew
janeke kûr di xeweke ezelî de, jiyan kûr.., kûrtir ji mijûliya rojê,
Duh  ji îro dûrtir, kûrtir
Li nav kelehên xwewindakirinê, nîvaþevê astegeha dilbijiya min e, di hetîketiyên
avê de. Dengê te, di bin çermê min de, qêrîna xwe haþ dike. Gera xwe li nav gewdê
 min dikî, diçî û þopa xwe li ser re min diguherînî. Lêvên te pîroz in.
Xewnên te dizê bîrkirina þevên min in.
Kesera bayê bêdeng î..
Li perawaza þevê, tu...tenêtiya herheyî
Reþekî kûr!

Hingavên te, qêrîna kolanan, nîþana pîvanê
Çavên te, zevî, ji sîbera min
Dengê wan, toza ji rengê tirsê
Di dêmên þevê de, xewn diçe û tu…
kevirekî jibîrkirî di kovandanka rojê de, bi tenê li perava roniyê
Li ber pencerê, roj, welat  bûka du rûbaran
li ser birînê neynik dizê
Mirin mêvan e, li derbederiyê, li teniþta lixwemukurhatinê.
Li ser piþta darekê, þûnwarê zimanê wî zinarî.
Þev, nîþana mirina þînê di gustîla bayî de
Tu bi çavê vekirî. Bêdeng be, ev ba westiya.
Berbangên iþqê, miþt fîxan in
Henasên te, volkanên bêrîkirinê, di binya mijgulên min de, sîberên bêhinvedanê.
Li kûrahiya þevê, hetava mirî, ji dêmên xwedayekî þaþomaþo , têhna lerza min
Ewra demê. Bêdengî, iþqa nelwirbûna te ye.
Agirê ezelê, nimêja qendîla þikestî di gavên te de, razana qetran.
Bayê koçberiyê, gavên te û min, rê winda kirin.
Ez li vir, tu oqiyanosan bi xwe re radikî.
Henasa rondikên min, li kulîna þevê.
Li ser textê Êzîs, giya ahînên sînga te dihijmêre.
Bi agirê te, min xwe þuþt û peyv li nav qelaçê te daweþand.
Rubarê nihêniya ji kerba min î.
Maçekê bide, li ber delavê gunehan, hemî nimêj in, rondikên min
Lerza iþqeke ilahî, li ser toza þeva te me.
Di hebûnê tu. Di nebûnê de peyv.
Mûzîka þevbuhêrkên berfê di tuxûbên seyranan de.
Li viyanê. Li mirinê, destnîþankiriyên te, qeþema dareke razan
Li vir im. Kî sura inada min dizane?
Çi ye?
Bayekî vala
Þêtî
Sirûda ji gewrîya  hovekî
Çend peyv, li ser „ derfeþa efendiyan“

Êþa keça qereçî
an jî strana sefera peyvên gerim?!
Dizanim. Bila bibêjin, ji peresgeheke teyisî, li nav sulaleteke dilovan, diherrikî.
Bayî, tîrêja evînê, belindeyê þevê, aþiqê herheyî.
Li ser vê dojehê bêhna xwe berde. Li bayebanên derbederiyê,
di nediyariyê de, ez û tu derewek in.
Dirêjahiya  þevê, çemek sinorê þîna min dilorîne, kaniya lêvên te, zeviyekî xewnê.
Va li nêçîra henasên te me, xapînokên  xwedê yî.
Jibîrkirinê bide min, li nav  barana çavên te..payiz im.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1048