Pirtk bo her mirovek
Drok: 21 2008
Mijar: gotar



Cankurd

Pirtûk li Europa bi tevayî, û li Almaniya bi taybet, gelek giran û bihane. Bazara pirtûkê ‚nivitê‘ mezin û fireh e, û pêanga hersal, ku li bajêrê frankfurtê li Almaniya çêdibe, xudan taybetî û nirxek berçavkirî ye, hem li ba civata xwende û hem jî li ber mediya.
Pêdiviya nivîskarê Europî bi karekî dî tune ye, ew bi bihayê pirtûkên xwe dikare ba bijî, lora ku gelek kes li Europa pirtûkan distînin, hem wan dixwênin û hem jî di malên xwe de wan diparizin û hiltînin. Pirtûkxane û firogahên pirtûkan ne kêmtirin ji dermanxaneyan. Di tirênê de, di firokê de, li xistexaneyê, li mal û li her derekê, Europî pirtûka xwe derdixîne û dixwêne…Mixabin, em ne wilo ne…


Ez diho derbas bûm hindirê firogahek mezin a pirtûkan, ku ji xwe re pirtûka Franz Werfel40 rojên Li Mûsa Daģhê“ bistînim. Ew nivîskar ji zû ve mirî ye û pirtûka wî jî kevine, lew re wê ne asan be, ku mirov wê bi zûkî bi dest xîne. Ez çûm ba xanimekê, ku berpirsa agahdariyê bû û min navê pirtûkê jê re lêvkir, ji min pirsiya, ka navê nivîskar çiye, mixabin, di wê lêdanka demî de navê wî hêjayî nehate bîra min. Xanima çalak got:“Xem nake.“ Û bi zûkî navê wî, navê çapxaneya pirtûkê, jimareya zincîrkî ya çapê û bihayê pirtûkê, ji min re ji kompiyûtera xwe xwend…
Wekî, li welêt, li vir jî, ez pir bi pey pirtûkan dikevim, û ji ber ku mala min a niha piçûk e, min gelek pirtûkên xwe xistibûn binzevînê malê, hinek jî li odeya xewê ne, û yên dî jî li odeya rûnitinê ne…Mixabin, di zivistanê de gelek av ketibû binzevînê avahiya ku ez têde dijîm, û pa demek dereng ez lê hiyar bûm, ku gelek pirtûkên min il bûne, û roj bi roj wan kufik girtine….Lê dîsa jî, li ba min pir pirtûkên hîn min nexwendine hene, û ez dibêjim:“Heger ez rojekê nexwênim, ezê nexwe bikevim.“ Hema ez çiqas dixwênim jî, ez dibînim, ku mirovê Europî hîn bêtir ji pirtûkan hezdike û wan dinirxîne…
Li bajêrê ku ez lê dijîm, li Bonnê, hem di hindir avahiya aredariyê de û hem jî li kolaneke fireh a bi gelek dar e, li Poppelsdorf Allee, pirtûkdanên ‚xîzane, dolabên‘ bi pirtûkan  dagirîne, hatine danîn, serbest û azadkirî ne, kî dixwaze dikare ji xwe re ji wan pirtûkan bibe, bixwêne û vegerîne, an jî tew venegerîne, û dikare bi xwe jî pirtûkan bîne, di wan pirtûkdanan de deyne, bo mirovên dî jî wan bistînin…Ev ramanek pir hêja ye, ku li bajêrên Kurdistanê jî, bi cîh bibe, da pirtûk di binzevînan de kufik negirin, an jî mirovên hejar jî kanibin, pirtûkên ji xwe hatîne xwendin bistînin, bixwênin an bibin mal, bo xwe û bo zarokên xwe…
Lê ev ramana hêja, wê tenha bi serkeve, gava pirtûk li ba me jî, wekî li ba Europiyan, giranbiha û nirxbilind be...Hinde mirov jî hene, canê xwe wê bidin, hema nikanin pirtûkekê ji pirtûkên xwe bidin kesekî, eve jî astengiyekê li ber serbestkirin û jidestdana pirtûkan pêda dike.
Divê em li Kurdistanê pirtûkê bidin hezkirin, divê mirovê kurd jî, wekî Europiyan, di ber karê xwe re, di çûnhata xwe de, û di mala xwe de, demekê ji temenê xwe bo xwendina pirtûkê bide…û divê em alîkariya wan mirovan bikin ku nikanin bo xwe û bo zarokên pirtûkan bistînin…Ew jî bi rêya pirtûkxaneyên serbest ên aredariyan, ku Kurdên li Europa dagirtina wan hildin ser milên xwe…

Zarathustra News – zarathustra@comhem.se






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1041