Ji Laleþ Qaso pirtûkek zarokan: ABC Kurdî
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 18 ÃÈÑíá 2008
Mijar: Nûçe



  Nivîskar Laleþ Qaso bêhtir bi roman û makaleyên xwe tê nasîn. Lê xebata wî ya dawiyê, ABC Kurdî, ji bo perwerdekirina zarokan bi þêweyekî pedagojîk hatiye amadekirin. Zarokên 9-13 salî dikarin jê sudan wergirin.
Xebata ABC Kurdî bi diyalektê kurmancî hatiye amadekirin. 65 rûpel e û di nava weþanên Pelda de, li Stockholmê derket. Di xebatê de hejmarek bilind wêne hene. Hejmara wêneyên hatine bikaranîn zêdeyî 400 î ne. Wêne rengîn in û bi pirs û miftokên xwe sempatiya zarokan bidest dixînin.


Ji bilî rêziman, zaniyariya li ser navê rengan, navê endamên malbatekî, sal û demsalan pir dewlemend e. Ji demsalên Swêdê û Kurdistanê nimune têne dayîn. Her wisa ji awira matematîkê ve çend rûpel hatiye veqetandin. Nimune bêhtir li ser komkirinê (+) ne û alîkariya zarokan dike ku, bersivan pirsan bidin.

Pirtûk, bi 10 xaçepirsan û mijarên cewaz kêþara xwe zêde dibe û zarokan bi xwe ve girê dide. Giraniya xwe li ser pirsên matematîkê ne.

Di pirtûkê de, cihê balkêþ zaniyariyên li ser Kurd û Kurdistanê ne. Zarok bi vê xebatê, welatê xwe û nasnameya xwe baþtir nas dikin. Hejmarek bilind ji bajarên Kurdistanê li ser nexþeya Kurdistanê cî digire ji bo ku zarok welatê xwe baþtir nas bikin.

Pirtûk rengîn e, bi zaniyariyên piralî hatiye barkirin. Bêhtir ji bo zarokên Swêdê û Ewropayê hatiye amadekirin. Pêwîst e ev xebata hêja li ber destê zarokên kurda hebe. Kesên bixwazin vê xebata hêja bi dest bixînin, dikarin bi vê navnîþanê re têkiliyê deynin:

peldaforlag@comhem.se


Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1039