Ta keng bbersvmayna gel?
Drok: 15 2008
Mijar: gotar



  Hîm Omer - Belcîka

Pêncî û yek sal bi ser damezirandina tevgera Kurdî de li rojavayê Kurdistan derbas bûn û rewa wê ya îroyîn -eger em nebêjin xirabtir e, bêguman- heman rewa berî pêncî û heft salan e. Ev ne sarkazm, satîre yan jî îronî ye lê zor mixabin rastiyeke berbiçav a tal e ku tenê hikor dikarin nebînin. Rengê kerokê ji yek partiyê rêzek bê dawî ya partiyên nuh saz bû. Yek simaya hevbe a van partiyan heye: mirov nikare wan ba ji hev derxîne! Li nav û bernameyên wan temae bikin û hun dê bizanin çima!!


Di vê navberê de rêjîma Sûrî ji aliyê xwe ve bi kêfxweî dibîne ku çawa pîlan û komployên wê bê encam neman û berhemên xwe diavêjin: moralekî gitî pêkhatî ji parçebûn, belavbûn, lawazbûn, bêhêvîbûn, bêbawerîbûn, jibîrbûn û jibîrkirin, hejarbûn, koçbarbûn, … Bi kurtî: eynî ew tit ên ku rêjîmê dixwest bigihêje wan.

Di reweke weha kambax de ku çav, hi û wijdanên dilsoj tev li benda ferecekê ne, ku li vir û wir kefteleftek heye da ku di vê tariyê de çend tîrêjên ronahiyê bigihin me, ku hîn hêvî hene, çendîn kêm û lawaz bin jî, ku bi vî yan wî rengî guhertinek pêk bê; di reweke weha de hin kes derdikevin ku dixwazin derbeya mirinê li van awat û hêviyan bînin û wan yekcar têxin gorê. Berî çend rojan polemîkeke tûj dest pê kir di navbera hin aliyên partiya Yekîtî ya Kurd de. Da ku em meseleyê hinekî ji nêz de têbigihin bila em vegerin destpêka çîrokê. Rastiyek e ku ji dema sazbûna partiya Yekîtî de gelek kêe û nakokî hebûn di rêxistinên wê yên Ewropa de, bi taybetî li Almanya, Holanda û Belcîka. Herçende hin hewildan pêk hatin bo çareserkirina wan kêe û pirsgirêkan lê hemûyan ikestî bi xwe ve dîtin û bi ser neketin. Dawî jî di kongreya sêyemîn a partî de ku du sal berê li dar ket, çend biryar hatibûn wergirtin bo çareserkirina problemên partiyê li Ewropa. Ev biryar birîtî bûn li:

- helkirina rêxistina Ewropa û ji nû de avakirina wê,
- bo vê mebestê komîteyek ji komîteya navendî pêk hat ku biryar bû bête Ewropa da bi xwe li ser karûbarên avakirina rêxistinê bisekine,
- biryar bû ku komîteya navborî serdana wan welatan bikira ku problem di rêxistinên wan de hebûn û çareyek bo wan probleman bidîta, mebest jî li vir rêxistinên Almanya, Holanda û Belcîka ne,
- organîzekirina konfiransên rêxistinên partiyê li welatên cihê.

Mixabin, ji ber sedemin ku cih li vir tune ye em basa wan bikin, ev biryar mîna gelek biryarên dî yên partiyê nehatin bicihanîn. Komîteya çaverêkirî nehat Ewropa û bi erka xwe ranebû. Di serencama meselê de, li hin welatan, berevajî biryarên kongreya sêyemîn û komîteya navendî, beekî endaman konfiransên rêxistinan girêdan û gelek endamên Yekîtî li Almanya, Holanda û Belcîka hatin tesfiyekirin û ji partiyê bidûrxistin.

Min divê li vir xuya bikim ku nakokî tu bingehên xwe yên fikrî yan jî siyasî tune bûn. Di heman demê de nabê yek kes bi tenê bê sûcdarkirin yan jî em gunehan bixin stuyê vî alî yan vî alî ji ber ku bi kurtî hemû kes gunehbar bûn. Bi baweriya min pirsgirêk tev exsî bûn û koka wan vedigere xapandin, nehezî, bêrêzî û bêbaweriya navbera endamên partiyê, ne tenê li derveyî welat lê herweha li hundirê welat jî. Ji ber weha jî beekî mezin î berpirsiyariyê dikeve rexê serkirdayetiya partiyê hem li Ewropa û hem li Kurdistan. Dema endamên partiyekê baweriyê bi hev neyînin, ma gelo ev nayê wê wateyê ku ew baweriyê bi bername û prînsîpên partiyê nayînin, ku ji xwe baweriya wan ikestî ye heta di rewatî û rastiya doza Kurd de.

Mebesta min li vir ne ew e ku tehîrê li kesekî bikim yan jî filankes bêvankes bi nav tawanbar bikim. Ez dixwazim xuya bikim ku nakokiyên nava partiyên Kurdî bi gitî -ne tenê Yekîtî- ne li ser prînsîp û baweriyan e. Lê her carekê ku kara xwe û parçebûneke nû dikin, dixwazin bi hestên xelkê bilîzin û bi wan bidin bawerîkirin ku behaneyên wan ji ber welatparêzî û nitimanperweriyê tên. Ev yek ba xuya ye di vê polêmîka dawîn a Yekîtî de. Mesele tev ew e ku amadebûna parçebûnekê tê kirin û ji bo vê yekê leystikê yekemîn gava xwe avêt. Li hêla din, lîstikvan hevûdû ba nas dikin. Weha jî sekreterê Yekîtî ba dizane çi li Ewropa bi gitî û li Almanya, Holanda û Beljîka bi taybetî rû da û dide. Ew herweha wan hevalên xwe li Holanda xwe nas dike. Kî dizane, dibe ku heta duhî hevalên hevûdû yên ‘ruh bi ruh’ bûn, wek ku Ereb dibêjin.

Bi baweriya min çareserî ne bi rêya parçebûnan tê û ne jî bi rêya inkarkirina hevalên xwe. Weha jî pirsgirêk ne tenê ya Yekîtî ye lê nexweiyeke gelemperî heye di nav tevger û civaka Kurdî bi xwe de. Erk e li ser milê her takekesekî Kurd ku bi berpirsiyarî û awayekî objektîf li rewa Kurdî temae bike. Dema ne ya wê ye ku kîn û zikreî bibin çekên me li beramber hev. Rewa Kurdî ya îroyîn gef û xeterek e li ser seretayîtirîn berjewendiyên gelê Kurd. Pêwîst e ev gel berevaniya xwe û berjewendiyên xwe bike, ne tenê beramberî rêjîma Sûrî lê bi heman radeyê beramberî aliyên Kurdî jî yên bi van berjewendiyan yarî dikin.

Bi herhal û di her demê de, bêbersîvmayîn ne bersîv e!








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1035