Tengezarê Marînî
Daku sirûdên te adareke sêgulî bilorênin, sê dilopên helbestê sûndeke aþiqane li goristaneke bênavnîþan- navê wê Qamiþlo ye- verêsin, çend xewn û xwezîkên derengmayî dê biþkuvin.
Em dibûn berfeke nuxumandî, ji pêlên bahozeke di nav jiyaneke bihî de.
Di bedena xwe de, me çîrok bi hêsiran diguvaþt. Li rojeke bi dîrokê hilçenî, me þîna xwe dimerast .
Li wir, çiya. Li wir, welatê di kêferatên evînê de xem rêsan. Li kolanên þevan, giyanên þûndemayî, sirûda sê buharên zindî li ber dergehê xwîna min lêdan. Welat, adareke denvedayî ye dîsan!
Kîjan henasê xatir ji þevê xwest? Kîjan rojê, kîjan sipêdeyê, kîjan xemê, dîsan pêþwaziya hawarên dayka sê Mihemedan kir?
Wê demê, þev û roj yek in. Wê rojê þev xwezîkên xwe ber bi sinoran ve dibe û þev û rojê hêviyên xwe li nav wan çiyan çandin. Û wê rojeþevê, em helbestên xwe berdewam dikin û dengê azadiyê hêrza wan çiya gur dike.
Bigire, berf odeya min xemiland û bêdengiyê vedihûne.
Dengê te adareke ji xwînê, kilîtê diguherîne.
Belê peyva te li ber guherînê ye.
Ba li nav demên vî welatî, peyveke ji berfê digindirîne.
Li rêwingiyê, du bajarên ji þîna kelehan, du çiyayên dilê min, yek miþt helbest û yê din miþt ji xwîna helbestê.
Welatê min awira kenekî darbestane.
Þev di nava hezkirina zuha de, govendeke girtî, tilîliyeke aþopane!
Li vî welatî, li welatê sor , li welatê ku serê zarokên xwe ..!..
Welatê girî, welatê þînê, welatê li kêlîkên jiyan û mirinê siwar!
Welatê sê M û bi milyonan tîpên axretê
Welatê dengê min, welatê sozên te, welatê stiranan, welatê kolanên birîndar
Helbestek im, dikelim!
Di kelehên þevê de, vegereke bêbinayd. Agirekî dûr, di awirdana peyvê de.
Laþ, dilê rûbarekî bêdeng û gencekî xwehiþtî û dest bi te kir!
Li vir agir / tu / mirin / dil û xeyaleke þêt.
Li vir masî û xwîna gerim.
Ji bilî te, çi ji mirinê bihêztir e
Çend silav bi dengê reþ daxdan!?.
Mirin çend caran di himbêza hilbesta min de þîr vexwar?
Pênivîs serpêhatiya navê sor e.
Derbederekî kurd:
teqez wek xwe,
navê welatê xwe biçûk dinivîse.
dibêjim kurdland.
Helbestek.
Li nav dilê min neqþa soserta adarê.
Gulîzerek.
Tu ez im, ez im tu.
Tu û ez serpêhatiya welatê mij.
Ez û tu helbesta meyandî bi rondikan, silavên xemgîniyeke îsotane.
Darekî li nav sîbera rêyeke dirêj. Ne tu digihî û ne jî rê.
Dikarim biçim, darek bim,
dikarim biçim û qurmekî kolayî li vê xakê.
Henasa xwe digire helbest,
tu bayekî ji desthilanîn dixî, bayekî biyan î, di zivronkên van hevokan de.
Yariya ronî û sîberê yî,
þîn û kesk,
li her deverê tu kolanek.
Li kû jî be, palde, li ser gorekê.
Li Li vir be,
li wir be, li çep, rast, bakur, li baþûr
Welatek .
Goristan û dayika min î, li xunaveke nûgihayî.