Pirtka Gohtinn Piyn Kurda ya Diya Ciwan derket
Drok: 09 2008
Mijar: Ne



Hewlêr–Kurdistana Îraqê

Li Dihokê, herêma Kurdistana Îraqê kitêba nû ya nivîskar û helbestvana Kurd ya naskirî Diya Ciwan ji aliyê weanxaneya Xanî ve derket û kete ber destê xwendevanan de. Kitêb bi zimanê Kurdî û bi herdû elîfbayên bi tîpên erebî û latînî hatiye çap û belavkirinê. Mezinahiya kitêbê dora 100 rûpelî ye. Naveroka kitêbê wek ku ji navnîana wê tê xuyakirin, li ser çend gotinên pêiyan yên hilbijartî ye ku Diya Ciwan ew bi dirêjahiya salan dane hev û pêkêî xwendevanan kirine. Diya Ciwan vê kitêba xwe diyarî “ Ji bo palpita Birca Belek
Minara Cizîra Botan Sînem Bedirxan”dike.


Her weha, pêgotina kitêbê ji aliyê nivîskarê Kurd Besam Mistefa ve hatiye nivîsandin. Besam Mistefa di pêgotina xwe a bi sernavê Gotinê pêiya, weke binyatê xaniya de weha dibêje: “Her milletek xwediyê kelepor û pamayeke xwe ya taybet e. Ruh, mentalîte û êweya bîreweriya wî milletî di riya kelepor û metelok û gotinên pêiyên wî de tê xuya kirin…..Diya Ciwan bi vê keda xwe pirtûkxaneya kurdî dewlemendtir dike û çend metelok û pendên jiyana kurdewariyê ya kevin û nuh diyarî xwendevanên kurd dike”.

Ji naveroka kitêbê, evene hindek pend û gotinên pêiyên kurda:

-Ava xwestî nagihe hestî.
-Betalî xirab malî.
-Cîranê nêzîk çêtire ji birayê dûr.
-Çav ji çava fedî dikin.
-Dar ji koka xwe xirab dibe.
-Erzan kirî û heban dirî.
-Êl hemû li hêviya pîrê ma
 Pîrê hat û bi rêket
 Li hêviya êlê nema.
-Filano ne sar lê tê Û ne germ lê tê.
-Govenda zana bi nezana digere.
-Herkes li ser miriyê xwe digirî.
-Ji ber dilopa çû ber irikê.
-Kevanî pirbûn xwarin ewitî.
-Lêv ji dirana pêtirin.
-Masî nabin bê dasî.
-Nû hatin kevin xelatin.
-Pere qirêja destane.
-Qelî ji serê çûka çênabe.
-Roj diçin Qeza û bela naçin.
-Siwarê xelkê her peyare.
-eva re êvarî kife.
-Tiliyên desta hemî ne wek hev in.
-Xizanî zingara mêraye.
-Yê nede naxwe jî.
-Zarok gûzin Nevî kakilin.







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1022